Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 16 OCT 2018 22:19 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Berpirsê Pêwendiyên PDKê: Dorpêça ser Kurdistanê hat şikestin..Pêwendiyên Kurdistanê pir baş bûne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand, niha Herêma Kurdistanê pêwendiyên wê yên dîplomatîk pir baş in û ew dorpêça ku Bexda avêtibû ser Kurdistanê me karî bişkînin.

Hoşyar Sîweylî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema şandên navdewletî û Iraqî serdana Herêma Kurdistanê dikin, xuya dibe ku pêwendiyên Kurdistanê ligel civaka navdewletî pir baş in, nexasim jî ligel welatên Amerîka û Ewropa û Çîn û Rûsya. Berê jî pêwendiyên me ligel wan welatan baş bûn, lê piştî referandumê hinekî pêwendiyên me sar bibûn, lê me karî paşê dîsa pêwendiyên xwe wek berê bikin û bihêztir jê bikin.”

Sîweylî diyar dike ku Bexda dixwest konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê nemînin û ji Kurdistanê vekşin, lê ew yek ji Bexda re neçû serî û konsulxane li Hewlêrê man, ew jî bi hewlên Hikûmeta Kurdistanê, ku kar li ser baştirkirina pêwendiyên Kurdistanê ligel derve dikir.

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Bexda dorpêça dîplomatîk avêtibû ser Herêma Kurdistanê, lê Kurdan karî wê dorpêçê bişkînin. Bexda hemû hewlên xwe da ku nehêle berpirsên welatan serdana Kurdistanê bikin û berpirsên Kurdistanê jî nikaribin serdana serve bikin, lê paşê bi hewlên Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî me karî wan dorpêçên dîplomatîk bişkînin.”

Hoşyar Sîweylî wiha got: “Niha pêwendiyên dîplomatîk ên Kurdistanê di asteke pir baş de ne û dê bi ew pêwendî baştir û berfirehtir jî bibin. Amerîka konsulxaneyeke mezin li Hewlêrê vedike û Çîn jî dixwaze li nêzîkî wê konsulxaneya xwe veke. Nêçîrvan Barzanî serdana welatan dike û bi germî pêşwazî li wî tê kirin, ku ev hemû tişt gotina min piştrast dikin ku çiqasî pêwendiyên me pêş ketine.”




Nûçeyên din

Kerkûkî:Em xayinên 16ê Cotmehê efû nakin û divê bên dadgehkirin

TUESDAY, 16 OCTOBER 2018 17:10:56

Hewlêr-KDP.info- Xelk û çalakvanên Kerkûkê dibêjin em xayinên 16ê Cotmehê efû nakin û daxwaza dadgehkirina wan xayinan dikin.

 
Îsmaîl Beşikcî: Karesata Kerkûkê xiyaneteke mezin bû û birîneke mezin e ji Kurdan re

TUESDAY, 16 OCTOBER 2018 16:10:14

Duhok-KDP.info- Dostê gelê Kurd, ronakbîr û dîroknivîsê Tirk Îsmaîl Beşikcî di salvegera xiyaneta 16ê Cotmeha 2017ê de dibêje, xiyaneta Kerkûkê xiyaneteke mezin bû û birîneke mezin bû ji Kurdan re.

 
Serok Barzanî: Me qet texmîn nedikir ku li Kerkûkê destekî Kurdî ji pişt ve xencerê li me bide

TUESDAY, 16 OCTOBER 2018 15:10:11

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di salvegera bûyerên 16 Cotmeha 2017an de peyamek belav kir û têde ragihand, “16 Cotmehê rojeka tarî ye di dîroka gelê me de û di wê rojê de bû ku xiyaneta necamêrane li hêvî û xewnên gelekî mezlûm hat kirin.”

 
Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka: Em piştgiriya Kurdistanê dikin

MONDAY, 15 OCTOBER 2018 23:10:33

Hewlêr-KDP.info- Bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê şandeke payebilind a Amerîkî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û piştgiriya wî welatî bo Herêma Kurdistanê piştrast kir.

 
Beşikcî: Serok Barzanî rêberiya doza rewa ya gelê Kurdistanê dike

MONDAY, 15 OCTOBER 2018 14:10:08

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêwazî li dostê gelê Kurd, ronakbîr û dîroknivîsê Tirk Îsmaîl Beşikcî kir û Serok Barzanî ragihand, Beşikcî ji bo me hemûyan cihê şanazî ye û sembol, nêrînên wî yên di derbarê gelê Kurdistanê de cihê girîngîdaneke zêde ye.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP