Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 18 APR 2024 10:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Xewsê Hêzanê û hawara Kurdan
| KDP.info


Konê Reş

Di biçûkaniyê de, gelek caran min navê Xewsê Hêzanê ji neferên malbatê û xelkên gund dibihîst. Nexasim dema ku li wan teng dibû û çare ji pirsgirêkên xwe re nedidîtin. Hingî berê xwe didan asman û digotin; (Ya Xewsê Hêzanê! Hawar û gaziya me li ber te ye.. Tu bi hawara me ve were..). Bêtir jinan hawar û hêvî ji Xewsê Hêzanê dixwestin.

Ji wê hingê ve, ez di navê Xewsê Hêzanê de difikirîm, bê ku bersiveke zelal bibînim.. Piştî ku mezin bûm, min xwendin û serwextî dîrok û rewşenbîriya Kurdî bûm, careke din Xewsê Hêzanê hat bîra min. Min ji xelkên derdora xwe pirs kirin, wek Şêx Efîfî Huseynî, berî ku di sala 2014'an de li Amûdê here ber dilovaniya Xwedê û vê paşiyê jî, ji mamoste Rêber Seyda ku ji malbata mamostayê Mezin e.. Wan baş agahî ji min re gotin û di encam de navê Xewsê Hêzanê û gundê Hêzanê ji min ve diyar bûn. Di sala 2010'an de jî, dema ku çûm Wanê, nêzîkî Bedlîsê em di ber rêka ku diçe Hêzanê re derbas bûn..

Hêzan gundekî çiyayî ye. Li başûrê rojhilatê bajarê Bedlîsê dikeve. Di çerxê 19'an û destpêka 20'an de, navendek ilm, zanîn û rêçika Neqişbendiyê ya yekemîn bû li Bakurê Kurdistanê. Dema ku ew hebû Nûrşîna Şêx Mihemed Ziyaeldîn, yê bi navê (Hizret) naskiriye ne wiha bi nav û deng bû.. Qutabiyên Dibistana Hêzanê ji her çar perçeyên Kurdistanê hebûn û gelek Şêx û Melayên bi nav û deng lê xwendine, wek nimûne Mela Xelîlê Sêrtî.. Ew navend an dibistan bi serkêşiya (Şêx Sebxetellah/ Xewsê Hêzanê) ve dihat birêvebirin. Ji ber ku Şêx Sebxetellah zanyayekî mezin û dûrdîtî bû, kerametên wî hebûn, bi navê Xewsê Hêzanê di seranserî Kurdistanê de hatibû naskirin. Welatiyên belengaz û perîşan, di tengasiyan de hawar û gaziya xwe li ber datanîn û pişta xwe pê qewîn dikirin..

Şêx Sebxetellah an Xewsê Hêzanê xelîfetiya xwe ji (Seyid Tahayê Nehrî), standibû, Seyid Taha jî xelîfetiya xwe ji Şêx Xalidê Neqişbendî yê navdar standibû û di encam de gundê Hêzanê bibû navendek mezin ji ilm û zanînê re, nexasim ji zanyariya rêçika Neqişbendiyê re, ta ku hina dibistana wê wek (Ezhera Biçûk) didît.

Di serhildana Bedlîsê de sala 1913'an, du kurên Şêx Sebxetellah (Şêx Şehabeddîn û Şêx Mihemed Şêrîn) digel biraziyê wî (Seyid Elî), bi destê tirkan hatin bidarvekirin û mamostayê wan (Xelîfe Selîm an Mela Selîm), ji neçarî xwe li qunsulxaneya Rûsa ya li Bedlîsê girt.. Mixabin piştî salekê, di destpêka cenga cîhanî a yekemîn de, tirkan bi hovîtî êrîşî wê qunsulxaneyê kirin û Xelîfe Selîm jî bidarvekirin.. Belê Kamil Bedirxan, yê ku wek endazyarê serhildanê bû, wî jî bi halekî xerab xwe bi Teblîsê, paytexta Gurcistanê ve gihand.. Lê Seydayê Ibêdellahê Hêzanî, yê ku serbazê meydanî bû ji serhildana Bedlîsê re, wî digel birayê xwe Mela Fethillah, Hêzan û Bedlîs li paş xwe hiştin û xwe di nav gundên wîlayeta Mêrdînê de, bi taybetî li Eynkafê, cem mala Şêx Ibrahîmê Hamidî xwe parastin.. Û wiha ew navenda ilm û zanînê li Hêzanê bû para dîrokê..

Di sala 1915'an de, dema ku Seydayê Ibêdellahê Hêzanî li wîlayeta Mêrdînê bû û fermana qirkirina Ermen û Siryaniyan ji rex dewleta Elîosmanî ve rabû û wî bihîst ku hin ji melayê nezan, hov dibêjin; (Yê ku yekî filleh/Xiristyan bikuje, wê here cinetê..!). Hingê Seydayê Ibêdellahê Hêzanî fetûyek dijî gotinên wan di nav xelkên Mêrdînê de belav kir û got: (Yê ku yekî filleh/xiristyan bikuje naçe bihiştê..). Bi belavkirina fetûya wî re gelek ji Ermen û Siryaniyên di nav Kurdan de ji mirinê hatin parastin û gelek ji wan li bajarê Amûdê, bi cîwar bûn..

Paşê Seydayê Ibêdellahê Hêzanî û birayê xwe pêlekê li gundê Dara dimînin di pey re li bajarê Amûdê bi cîwar dibin. Di sala 1920'an de Seydayê Ibêdellah yekemîn dibistana zanyariya olî li Amûdê vedike û gelek mela icazeyên xwe li ber destê wî distînin, yek ji wan Seydayê Cegerxwîn e. Berî ku Seydayê Cegerxwîn xwendina xwe li ber destê wî xelas bike seydayê wî Ibêdellah di sala 1929'an de li Amûdê diçe ber dilovaniya Xwedê, vêca icaza xwe ji birayê wî Mela Fethillah distîne.. Ne tenê Seydayê Ibêdellahê Hêzanî di nav şêx û melayên Amûdê de bi navê (Mamostayê Mezin) hatibû naskirin, belê di nav tevahiya şêx û melayên Cizîrê de bi vî navî hatibû naskirin..

Hêjaye gotinê ye ku Seydayê Cegerxwîn bi helbesta xwe (Şahnama Şehîdan), rih bi giyanê şehîdên serhildana Bedlîsê 1913'an û serhildana Şêx Seîdê Palo li Diyarbekirê 1925'an ve aniye. Mîr Celadet Bedirxan ev helbest wî di du hejmarên kovara xwe HAWARê de 18'an û 19'an, sala 1933'an li Şamê belav kiriye.


Konê Reş/ Qamişlo 16/7/2018

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 
Serok Barzanî Sersala Êzdiyan pîroz kir

TUESDAY, 16 APRIL 2024 22:04:54

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta hatina cejna Sersala Êzdiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand, “Xwişk û birayên Êzidî beşeke resen ê gelê Kurdistanê ne û di xweşî, serkeftin, êş û nexweşiyan de em hemû hevpar in.”

Balyozê Fransa: Em her hevsoz û piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêwîst e mafên Kurdistanê bêne parastin

TUESDAY, 16 APRIL 2024 21:04:51

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 16ê Nîsana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrick Durel Balyozê Fransa li Iraqê kir.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact