Dihok-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a PDKê li Dihokê Xalid Ehmed ragihand ku, dengê xelkê Şingalê di nava 207 sinduqan de nehat hijmartin û dengê tê de vala çûn.
Xalid Ehmed ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew sindûqên ku dengê koçberên Şingalê di wan de bûn û cara yekê nehatibûn hijmartin, niha di hijmertina bi destan de jî nehatin hijmartin. Kêmasiya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan e ku dengê xelkê Şingalê nehatiye hijmartin.”
Ehmed wiha got: “Pilaneke mezin li dijî xelkê Şingalê heye ku dengê wan neyê hijmartin. Lewma jî tê gilî bikin ji bo ku dengê wan neyê xwarin û kesê ku kêmxemî kirine bên cezakirin.”
Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Her ji serî de em wek PDKê rijd in li ser hijmartina dengên koçberên Şingalê û em berdewam bergiriyê li mafê wan dikin, ji bo ku nûnerê wan di Parlamentoya Iraqê de hebe.”