Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xem û kovanekî zêde ve nûçeya koça dawî ya Mamosta Mela Reşîd Qerenîzade kesayetiyê olî û civakî û Îmam Cum'eyê berê yê bajarê Mehabadê gihîşt me.
Xwedê jêrazî Mamosta Mela Reşîd Qerenîzade dostekî nêzîkî me û dilsoz û kesayetiyekî niştimanperwer û xwedênasê bajarê Mehabadê bû û ji destdana xwedê jêrazî ziyaneke mezine ji bo me hemûyan. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li malbat û kesukarên Mamosta Reşîd û xelkê xweşdiviyê bajarê Mehabadê û zanayên olî yê Kurdistanê dikim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
12.07.2018