Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 00:06 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Parlamentoya Kurdistanê binpêkirinên PKKê gihandiye konsulxaneyên welatan
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Hefteya borî xelkê gundên navçeyên sînorî serdana Parlamentoya Kurdistanê kirin û behsa rewşa xerab a navçeyên xwe kirin, ku ji ber topbarana artêşa Tirkiyê û hebûna çekdarên PKKê ketine wê rewşê de. Parlamenterek jî dibêje, dagîrkirin û binpêkirinên PKKê gihane hemû konsulxaneyên welatan.

Endamê Komîteya Asayişê ya Parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hebûna PKK li wan navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê pirsgirêkeke mezin ji xelkê wan navçeyan re çêkiriye, ku hêncet ji Tirkiyê re derxistiye ku gund û erd û rezên xelkê topbaran bike. Xelk ji hewest û karên PKK dilgiran in. Riyên wan ji ber topbaranan wêran bûne, xizmeta navçeyên wan nayê kirin, ji ber ku hikûmeta Kurdistanê avedaniyê bighîne wan navçeyên di bin destê PKKê de. Pêwîst e PKK û Tikriye jî rewşa Herêma Kurdistanê liberçav bigrin.”

Herkî wiha got: “Derbarê dagîrkirina gundên Başûrê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve û topbarana Tirkiyê ve, raporek hatiye amadekirin û gihîştiye destê konsulxaneyên welatan li Kurdistanê, ji ber ku rojane xelk ji ber şer û topbaranan ji mal û gundên xwe bar dikin. Pêwîst e bilez çareseriyek ji vê pirsê re bê dîtin û nabe êdî xelk bibin qurbanî şerê PKK û Tirkiyê.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact