Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 20 JUL 2018 15:39 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî: Bûyera Sine em hemû xembar kirine
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî peyameke hevxemiyê ji kesûkarên qurbaniyên bûyera bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê re şand. Di beşeke peyamê de hat: “Hevsozî û serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û xelkê xweşewîst ê bajarê Sine dikim û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazim.”

Şeva bûrî li bajarê Sinê tankereke veguhastina sotemeniyê li baseke neferhilgir ket, di encamê de nêzîkî 15 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek jî birîndar bûn.

Ev jî peyama Serok Bazanî ye:


“Bi mixabîniyeke mezin şeva bûrî li bajarê Sinê di encama agir bi baseke neferhilgir ket û hejmarek welatî bûn qurbanî.

Ev bûyera diltezêne û giyanjidestdana welatiyên bajarê Sine em hemû xembar kirin. Hevsozî û serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê û xelkê xweşewîst ê bajarê Sine dikim û hevbeşiya xema wan im. Hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazim.

Ji xwedêyê mezin daxwaz dikim sebir û aramiyê bide her aliyekî.”




Nûçeyên din

Kerkûk- Heşda Şeibî ji aliyekî û DAIŞ ji aliyê din ve gefan li Kurdên Kakeyî dikin

THURSDAY, 19 JULY 2018 18:07:23

Hewlêr-KDP.info- Kurdên Kakeyî di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de bûne qurbanî, ku herdû alî gefan li wan dikin. Bi roj Heşda Şeibî bi zorê wan çekdar dike û bi şev jî DAIŞ êrîş dike ser wan, ew jî ji tirsa dixwazin ji mal û gundên xwe bar bikin.

 
Berpirsê Pêwendiyên PDKê: Dorpêça ser Kurdistanê hat şikestin..Pêwendiyên Kurdistanê pir baş bûne

THURSDAY, 19 JULY 2018 17:07:43

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî ragihand, niha Herêma Kurdistanê pêwendiyên wê yên dîplomatîk pir baş in û ew dorpêça ku Bexda avêtibû ser Kurdistanê me karî bişkînin.

 
PDK: Bi qesdî dengê xelkê Şingalê hijmar nekirin.. Me gilî kiriye

WEDNESDAY, 18 JULY 2018 17:07:26

Şingal-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ragihand ku ji ber ku dengên xelkê Şingalê di hilbijartinan de nehatine hejmartin, PDKê gilî kir li dijî wan kesên ku bûne sedem ku dengê wan neyên hijmartin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Rojên zehmet derbas dibin, siberojeke ronahî û geştir li pêşiya me ye

WEDNESDAY, 18 JULY 2018 16:07:21

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku piştî dorpêç û sizakirinên li ser Herêma Kurdistanê rojên zor û zehmet derbas bûne û diyar kir, ku niha siberojeke ronahî û geştir li pêşiya Herêma Kurdistanê ye.

 
Hozanvana Amazîxî: Pêwîst e Kurdistan bibe mînakek ji hemû navçeyê re

WEDNESDAY, 18 JULY 2018 14:07:22

Hewlêr-KDP.info- Ew hozanvana Amazîxî ya ku li ser piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdistanê li welatê xwe ketibû zindanê, serdana Başûrê Kurdistanê kiriye.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP