Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 20 MAR 2019 11:02 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan: Divê em pêwendiyên xwe bihêz bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarbî merasîma dest bi karbûna Serokê Tirkiyê kir û pîrozbahî li Erdogan kir. Hevdem Barzanî li gel serok û serokwezîrê çend welatekî din jî civiya.

Roja Duşemê 09-07-2018, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwendina fermî ya Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Enqereyê kir û li gel hejmareke zêde ya serok û serokwezîrên welatên cîhanê beşdarî merasîma dest bi karbûna Erdogan kir.

Di dema merasîmê de Serokê Tirkiyê Erdogan pêşwazî li Serokwezîr Barzanî kir. Di hevdîtineke kûrt de Barzanî ji ber derst bi karkirinê pîrozbahî li Erdogan kir.

Nêçîrvan Barzanî û Erdogan tekezî li ser peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de kirine û herwiha bal kişandine ser başkirina peywendiyên dualî.

Serokwezîr Barzanî li Enqereyê li gel serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul, serokwezîrê berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim, Serokê Sûdanê Omer el-Beşîr, Mîrê Qeterê Tamîm bin Hemed el-Sanî, Serokwezîrê Filistînê Ramî Hemdullah, Serokwezîrê Tatarîstanê Aleksey Besoşîn, şanda Komara Îslamî ya Îranê, şanda Montenegro, şanda Îtalya, şanda Azerbaycanê û herwiha, li gel wezîrên derve, enerjî û aborî yên Tirkiyê jî hevdîtin pêk anîn.




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Pêwîst e madeya 140 bi jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîbicîkirin

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:59

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi mebesta gotûbêjkirina li ser kêşe û arîşeyên devera Zumarê ligel hijmareke zêde ji rîspî û nûnerên pêkhateyên civakî û şêniyên devera Zumarê civiya û got, pêwîst e madeya 140 bi lihevgehêştin û jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîhbicîhkirin û her hewlek bo sepandina tiştek ku beruvajiya rastiya cografî, dîrok û rewşa civakî ya deverê be dibe sedema kûrtir kirina aloziyan û nayê qebûlkirin.

 
Mesrûr Barzanî û wezîrê Brîtanya behsa rewşa deverê kirin

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:43

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Brîtanya yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Alistair Burt telefûna Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di wê telefonê de herdû aliyan behsa rewşa deverê kirin.

 
Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîka kir

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:15

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 19.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaz li şandeke pilebilind ji Kongirêsa Amerîkayê bi serokatiya kongrêsman Jon Garmandi kir.

 
PKK û artêşa Iraqê bûne bela serê Şingalê

TUESDAY, 19 MARCH 2019 18:03:48

Şingal-KDP.info- Îro careke din şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û hêzên PKKê de li Şingalê derket. Berpirsê PDKê li wê navçeyê jî dibêje, ew hêz bûne bele ji xelkê Şingalê re û dibe ku bûyerên xerabtir jî biqewimin.

 
Qaymeqamê Şingalê: Heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin dê aramî nebe

MONDAY, 18 MARCH 2019 17:03:02

Şingal-KDP.info- Qaymeqamê Şingalê behsa şerê duhî di navbera artêşa Iraqê û PKK li Şingalê dike û dibêje, hêzên PKK rojane li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê çûn û hatinê dikin û heta PKK û Heşda Şeibî li Şingalê bin dê qet rewş li wir aram nebe.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP