Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 11 DEC 2018 17:12 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Serok Barzanî beşdarî rêwresma roja niştîmaniya Amerîka kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.indo-  Êvariya roja pênçşem 05.07.2018 Serok Mesûd Barzanî beşdariya rêwresma roja niştîmaniya Amerîka kir. Rêwresma ku ji aliyê Balyozxaneya Amerîka li Iraqê û Konsolxaneya Amerîka li Hewlêr hate sazkirin, li Hotel Dîvan ya bajarê Hewlêrê bi amadebûna hejmarekî zêdeyê Balyoz û Konsolê welatan û kesayetiyên siyasî û îdarî û rêxistinên civaka medenî birêveçû. Douglas Sillîman Balyoz û Ken Grûs Konsolê Amerîka li Hewlêr xweşhaliya xwe bi amadebûna Serok Barzanî nîşanda û tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka li warê siyasî û aborî û çandî û her wiha hevkariya serbazî li şerê dijî terorê kir.

Her wiha ji bilî balkişandina li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê wê yekê xisterû ku welatê wan mijulî dirustkirina mezintirîn konsolxane li ser asta cîhanê li bajarê Hewlêre û eve jî balkişandineke rûne ji bo bi hêzî mayîna peywendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê.




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Di serweriya Pêşmerge de cihê destê jinên Kurdistanê xuya ye

TUESDAY, 11 DECEMBER 2018 13:12:52

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya 66.mîn salvegera damezrandina Yekitiya Afretên Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir û tê de got, di serweriya Hêzên Pêşmerge de cihê destê jinên Kurdistanê xuya ye.

 
Brîtanya: Emê berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê

MONDAY, 10 DECEMBER 2018 18:12:16

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtina li gel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê de, tekezî li ser encamdana reforman di saziyên hikûmetê û zêdekirina çavkaniyên dahatê di sektora giştî û taybetî ya Herêma Kurdistanê de kir.

 
Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji Patriyakê Dêra Aşûrî re şand

SUNDAY, 09 DECEMBER 2018 21:12:35

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji Qedasetê Patriyak Mar Gorgîsê Sêyem Silêwe re şand. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

 
Qaymeqamê Mûsilê: Em spasiya Serok Barzanî dikin

SUNDAY, 09 DECEMBER 2018 21:12:54

Mûsil-KDP.info- Piştî ku qaymeqamê Mûsilê daxwaz ji Serok Barzanî kir bi hewara xelkê Mûsilê ve biçe ji ber ku lehî li Mûsilê çêbibû, Serok Barzanî jî bersiva bangewaziya qaymeqamê Mûsilê da û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî erikdar kir ku alîkariya xelkê Mûsilê bike, Qaymeqamê Mûsilê Zuhêr Ehrcî ragihand: “Em spasiya helwesta Serok Barzanî dikin.”

 
Heşda Şeibî û hêzên Iraqê nahêlin alîkarî bighên Çiyayê Şingalê

SUNDAY, 09 DECEMBER 2018 16:12:29

Şingal-KDP.info- Fermandarê Fermandeya Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, hêzên Iraqê û Heşda Şeibî nahêlin rêxistinên navdewletî û xêrxwazî alîkariyan bighînin koçberên ser Çiyayê Şingalê.

 



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP