Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 11 DEC 2018 10:34 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Malbatên girtiyan daxwaz ji PYDê dikin çarenivîsa wan diyar bike
| KDP.info


 

Dihok-KDP.info- Serkirdeyekî ENKSê dibêje, xelkê Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kesên ku di zindanên PYDê de ne, daxwaz ji wê rêveberiya PYDê dikin ku çarenivîsa wan girtiyan diyar bike.

Serkirdeyê ENKSê Muslim Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Baweriya PYDê bi tifaq û lihevkirin û jiyana siyasî li Rojavayê Kurdistanê, nayê. Bi dehan xelk avêtine binê zindanan tenê ji ber ku nêrîna wan a siyasî newek a PYDê ye, ku ew kes çarenivîsa wan nediyar e, lewma jî xelkê wan kesan daxwaz dikin ku bilez çarenivîsa wan bê diyarkirin û ji zindanan bên azadkirin.”

Muslim Mihemed wiha got: “Bi dehan alîgir û serkirdeyên me girtî ne, ku hejmara serkirdeyên girtî 10 in û em heroj daxwaz dikin ku çarenivîsa girtiyan eşkere bibe, lê ti bersivê nadin me. Herwiha jiyana siyasî li me qedexe kirine û deriyê ofîsên me girtine.”

Mihemed wiha domand: “PYD netenê jiyana siyasî, lê belê jiyana civakî jî wêran kiriye û ji aliyê neteweyî ve jî bê piroje ne û her ku tên şikestin dest bi girtina endam û alîgir û serkirdeyên me dikin û ofîsên me dişewitînin.”

Wî serkirdeyê ENKSê ragihand: “PYDê li Efrînê serkirde û endamên me avêtibûn zindanan, lê ew bajar ket destê Tirkiyê de û çarenivîsa wan girtiyan winda ye û kes tiştekî li ser wan nizane.”




Nûçeyên din

Brîtanya: Emê berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê

MONDAY, 10 DECEMBER 2018 18:12:16

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtina li gel Balyozê Brîtanya yê li Iraqê de, tekezî li ser encamdana reforman di saziyên hikûmetê û zêdekirina çavkaniyên dahatê di sektora giştî û taybetî ya Herêma Kurdistanê de kir.

 
Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji Patriyakê Dêra Aşûrî re şand

SUNDAY, 09 DECEMBER 2018 21:12:35

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji Qedasetê Patriyak Mar Gorgîsê Sêyem Silêwe re şand. Ev jî tekesta wê peyamê ye:

 
Qaymeqamê Mûsilê: Em spasiya Serok Barzanî dikin

SUNDAY, 09 DECEMBER 2018 21:12:54

Mûsil-KDP.info- Piştî ku qaymeqamê Mûsilê daxwaz ji Serok Barzanî kir bi hewara xelkê Mûsilê ve biçe ji ber ku lehî li Mûsilê çêbibû, Serok Barzanî jî bersiva bangewaziya qaymeqamê Mûsilê da û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî erikdar kir ku alîkariya xelkê Mûsilê bike, Qaymeqamê Mûsilê Zuhêr Ehrcî ragihand: “Em spasiya helwesta Serok Barzanî dikin.”

 
Heşda Şeibî û hêzên Iraqê nahêlin alîkarî bighên Çiyayê Şingalê

SUNDAY, 09 DECEMBER 2018 16:12:29

Şingal-KDP.info- Fermandarê Fermandeya Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, hêzên Iraqê û Heşda Şeibî nahêlin rêxistinên navdewletî û xêrxwazî alîkariyan bighînin koçberên ser Çiyayê Şingalê.

 

Brîtanya: Emê alîkariya pêşketin û avedankirina Kurdistanê bikin

SUNDAY, 09 DECEMBER 2018 16:12:10

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê Jon Wilks civiyan û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku welatê wan dê hevkar be ji bo ku Herêma Kurdistanê zêdetir pêşketî û avedan be.

 



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP