Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê zêdebûna rêjeya çend tawanan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Ev jî têkista daxuyaniyê ye:
“Li gor amaran eve meheke rêjeya tawanan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê zêde kiriye, ev yeke jî cihê dilgiraniya welatiyan e.
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi hevkarî û hemahingiya aliyên pêwendîdar, ji wan jî Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge, komîteya asayîşa parêzgehan û hemû dezgehên ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê dest bi cîbecîkirina rêyên pêwîst kiriye, daku, bi tûndî rûberûyê binpêkirin û tawanbaran bibin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hişyariyê dide hemû alî û kesên ku tawanbaran dihewînin, yan jî destêwerdanên di yasayan de dikin û rê ji diyardeya tawanan xweş dikin. Daxwaz ji hemû aliyan jî dikin hevkar bin bo Herêma Kurdistanê wek her dem nimûneya aramî û aştiyê be. Welatiyên xweşwîst jî dilniya dikin ku rê nadin asayişa herêmê û aramiya jiyana wan bibe qurbaniya berjewendî yan xemsariya ti kes û aliyekî.
Bi hurgilî pêdaçûnê li dû hemû wan rêkaran dikin, ku di vê demê de wê diyardeyê nehêlin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê
24.6.2018”