Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 16 APR 2024 13:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Sekreterê NY: Ez hertim xembarê pirsa gelê Kurd im..Em ji rewşa Efrînê dilgiran in
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Neteweên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku ew hertim xembarê pirsa gelê Kurd bûye û ji rewşa Efrînê jî dilgiran in.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres li Moskowê di panela Kluba Vldayî de axivî û got: “Çend sal berî niha dema li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî postekî min ê din hebû, wê demê min hewl da ligel rêveberiya Sûriyê pirsa Kurdî çareser bikim.”

Guterres herwiha diyar kir, ku di çarçoveya Iraqê de jî wî destpêşxerî kir ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîzîkbûnek çêbibe û got: “Min hewl da Iraqeke yekgirtî hebe ku tê de berjewendiyên Kurdan parastî bin. Ez hertim xembarê pirsa gelê Kurd bûm.”

Derbarê Efrînê de Antonio Guterres diyar kir: “Tişta peywendî bi Efrînê ve heye, di wê mijarê de pêbendbûneke rêxistinên me hebû û me karî alîkariya mirovî bighînin wan, bi taybetî jî me alîkarî gihand bajarê Til Refetê. Herçiqas piştgiriyeke sînordar derbarê rewşa Efrînê de hebûbe jî em pêbendê wê yekê ne ku alîkariyê bighînin wan deveran ên ku pêdiviya wan pê hebe. Ji ber hûn jî dizanin li wê herêmê rewş hinekî sînordar e, lê tişta ji destê me tê em dikin, lê dîsan jî derbarê rewşa herêmê de em dilgiran in.”

 




Nûçeyên din

Dr. Ebdulbasit Seyda: Rola Serok Barzanî ji bo Kurdan roleke dîrokî ye

MONDAY, 15 APRIL 2024 20:04:58

Hewlêr-KDP.info- Nivîskar û siyasetmedarê navdar ê Kurd Dr.Ebdulbasit Seyda di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand: “Guhertinên mezin li Rojhilata Navîn çêdibin û em di qonaxeke nû de ne. Di warên cografî, leşkerî, gaz û petrolê de, guhertin tên holê. Her kes dixwaze ji vê qadê bêpar nemîne, lê yên ku ji van guhertinan re nehazir in, tenê Kurd in. Navçe tê guhertin û kesên mexdûr xelkên asayî û lawaz in. Xelkê Rojavayê Kurdistanê rastî zilmeke mezin hatine, ku bêtirî milyonek kes koçber û penaber bûne. Rê vekirî be dê xelkê ku mane jî bar bikin.”

Sîhad Barzanî serkeftin ji bo fermandarê nû yê Almanya li Kurdistanê xwest

MONDAY, 15 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Ferîq Sîhad Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Almanyayê yên li Herêma Kurdistanê kir.

 
Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriya serdana Sûdanî ya Amerîkayê dikin

MONDAY, 15 APRIL 2024 18:04:31

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi temamî piştgiriya serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Amerîkayê dikin.

 
Serok Barzanî: Armanca Enfalê jinavbirin, wêrankirin û qirkirina gelê Kurd bû

SUNDAY, 14 APRIL 2024 15:04:49

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di 36 saliya Enfalê de peyamek belav kir û tê de ragihand: Her çend e encamderên Enfal û tawanên din têk çûne û ketine zibildana dîrokê, lê şopa jenosîd û zulma li dijî gelê me her mane û birînên gelê me derman nebûne.

 
Nêçîrvan Barzanî di salvegera Enfalê de bangî Bexda kir: Qurbaniyan qerebû bikin

SUNDAY, 14 APRIL 2024 15:04:07

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di 36emîn salvegera Komkujiya Enfalê de got, “Em careke din bangî Hikûmeta Îraqê dikin ku qurbaniyan qerebû bike.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact