Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 15:10 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berpirsekî PDKê: Hêzên Iraqê nikarin Xaniqîn biparêzin..Pêşmerge venegerin dê bajêr bikeve destê DAIŞê
| KDP.info


Xaneqîn-KDP.info- Îro li dijî tevger û çalakiyên DAIŞê li derdora Xanexîn û ji bo vegera Hêzên Pêşmerge bo navçeyê, xwepêşandanek li Xaneqîn birêve çû. Berpirsekî PDKê li wê deverê dibêje hêzên Iraqê nikarin Xaneqîn biparêzin û eger Hêzên Pêşmerge venegerin navçeyê dê bajarê Xaniqîn bi temamî bikeve destê wan terorîstan.

Ev çend roj in ku çekdarên DAIŞê li gundên derdora Xaneqîn çalakiyan dikin, ku li çend navçeyên Diyale û Tikrît hejmareke welatî kuştine û revandine.

Derbarê dûbare serhildana DAIŞê li wê navçeyê, Berpirsê Şaxa PDKê li Xaneqîn Ceifer Şêx Mustefa ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ gihîştiye nava bajerokê Xaneqîn û li nava sînorê bajêrvaniya Xaneqîn çalakiyan dikin. Metirsiyeke mezin li ser xelkê Xaneqîn çêbûye, ku nêzîkî 150 gundên Xaneqîn di bin rehm û destê DAIŞê de ne. Berê eger bi şev çalakî dikirin, niha bi şev û roj û bi eşkere çalakiyên xwe berdewam dikin. Rewşa ewlehiyê li Xaneqîn bi temamî têk çûye û ji wir heta bi nêzîkî Kelar û rêya Celewla û heta Ava Sîrwan û navçeya Palan, ewlehî li wir nemaye û ketine bin destê DAIŞê.”

Berê Xaneqîn û navçeyên derdora wê di bin kontrola Hêzên Pêşmegre de bûn û terorîstên DAIŞê nikarîbûn nêzîkî wan navçeyan bibana, lê niha ew navçe ji aliyê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ve hatine dagîrkirin û ew hêz nikarin wan navçeyan biparêzin, lewma jî ew terorîst cardin vegeriyane û metirsiyeke mezin li ser wan navçeyên Kurdistanî heye.

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Îro li nava Xaneqîn xwepêşandan hat lidarxistin û xelkê dukanên xwe girtin û ketin giravê de, mebest ji wê yekê jî ew e ku DAIŞ bê rawestandin. Em wek PDKê di wan çalakiyan de beşdar bûn. Me û xelkê daxwaz kir ku Hêzên Pêşmerge cardin vegerin Xaneqîn û derdora wê ji bo ku navçeyên Kurdistanî biparêzin ji ber ku hêzên Iraqê nikarin van navçeyan biparêzin û metirsî heye ku Xaneqîn bi temamî bikeve destê wan terorîstan.”




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact