Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta wefata wezîrê berê yê darayî û aboriya Kurdistanê Bayîz Talebanî peyamek belav kir.
Îro danê sibê wezîrê berê yê darayî û aboriya Kurdistanê Şêx Bayîz Talebanî ji ber nexweşiyê wefat kir.
Bi vê helkeftê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir û xemgîniya xwe bo wefata Talebanî nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbata Bayîz Talebanî û mirovên wî re xwast û got, Şêx Bayîz Talebanî kesekî xebatkar û dilsozê gelê xwe bû.. Rast bû û gotinên wî şêrîn bûn. Ew dê her dem di bîra me de bimîne.
Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje, Şêx Bayîz Talebanî mînak bû ji kesên pispor û rast di karê xwe de. Berdewam hêz û germahî dida kar. Jiyana wî pir xebat û têkoşan û dilsozî bû bo şoreşê û gelê Kurdistanê.