Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 16:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Pêşmerge dê li dijî DAIŞê li Mexmûrê operasyonê bike
| KDP.info


 

Mexmûr-KDP.info- Ev çend roj in ku terorîstên DAIŞê li sînorê Mexmûrê tevgera wan zêde bûye û wek berpirsekî jî dibêje, eger nêta DAIŞê hebe dikare pêş bikeve û bajaran jî dagîr bike, lê Pêşmerge amadekariyan dike ji bo jinavbirina wan terorîstan. Fermandarekî Pêşmerge li Mexmûrê jî eşkere dike ku ewê operasyonekê li dijî DAIŞê li derdora Mexmûrê encam bidin.

Piştî vekişyana Pêşmerge ji Mexmûrê, DAIŞ vegeriyaye sînorê Mexmûrê û li wir bi eşkere terorîstên wan tên dîtin.

Derbarê wê yekê de, Berpirsê Şaxa PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li hemberî tevgera terorîstan li wê navçeyê ditirsin ji ber ku hejmara wan mezin e. DAIŞ metirsî li ser Mexmûrê çêkiriye û hêzên Iraqê newêrin nêzîkî wan bibin. Eger DAIŞ bixwaze dikare bi hêsanî navçeyekê mîna Baqirt dagîr bike, ji ber ku hêzên Iraqê tenê li nava bajaran e û wan navçeyan naparêz in.”

Fermandarê Pêşmerge li Mexmûrê Ziyab Zubêr ji malpera KDP.info re ragihand: “Hejmareke berçav ji çekdarên DAIŞê li gundên derdora Mexmûrê û li ser çiyayê Qereçox tên dîtin û gundên Ereban li wir alîkariya wan dikin. Heşda Şeibî û hêzên Iraqê nikarin wan navçeyan biparêzin, lewma jî paşmaweyên DAIŞê li wî sînorî mane û xwe kom dikin.”

Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, pilan heye ku operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞiyên sînorê Çiyayê Qereçox birêve biçe. Derbarê wê operasyonê jî Kirmanc Ebdulah dibêje: “Hevahengî heye di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê ji bo lêdana DAIŞê li wê navçeyê û beriya cejnê jî şandek ji Herêma Kurdistanê û Amerîka ji bo kontrolkirina wê navçeyê serdana Mexmûrê kirin lê heta niha nexuya ye ku ew operasyona dê kengî birêve biçe.”

Fermandar Ziyab Zubêr jî wiha got: “Em wek Pêşmerge nêta me hete ji bo operasyona li dijî terorîstên DAIŞl li sînorê Mexmûrê, lê hêj dema wê operasyonê nehatiye diyarkirin û nexuya ye dê çawa be. Operasyon dê hevbeş be di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact