Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 13:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Amerîka jî ji tevgera DAIŞê li Mexmûrê ditirse
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Şaxa PDKê li Mexmûrê Kirmanc Ebdulah ragihand ku li sînorê Mexmûrê tevgera DAIŞê zêde bûye ku bi goman tên dîtin, Amerîka jî bi cidî hest bi metirsiyê dike ji wê tevgera terorîstan.

Kirmanc Ebdulah Berpirsê Şaxa PDKê li Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji ber zêdebûna tevgera DAIŞê li navçeyê, şandeke Amerîka bi hevbeşî ligel Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê serdana navçeya Qereçox a Mexmûrê kirin û piştre jî serdana Mexmûrê kirin. Helbet ew navçe berê Pêşmerge li wan bûn lê niha hêzên Iraqê û Heşda Şeibî dagîr kirine û li wir valahiyeke emnî çêbûye û ew hêz nikarin wan navçeyan biparêzin.”

Ebdulah wiha got: “DAIŞ bi awayekî mezin tevgerê dike û piştî nîvro tevgera wan bi komî tê dîtin û yek dizane ku tevgera wan pir bihêz û zêde bûye. Amerîka jî ji ber ku hest bi metirsiyê dike, lewma serdana wan navçeyan kiriye.”

Wî berpirsê PDKê wiha domand: “Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî nikarin rûbirûyê DAIŞê bibin. Heta rêkeftineke siyasî neyê kirin PDK venagere Mexmûrê. Em dixwazin bi ala Kurdistanê vegerin.”


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact