Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 23:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Amajeyên pir xerab ji Bexdayê derdikevin..Dixwazin Herêma Kurdistanê hilbiweşînin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de ragihand biryara hilweşandina dengê Pêşmerge bi bê sedem û bi navê merama siyasî zulmekî gelek mezine û bi tu awayekî qebul nakîn, ji ber ku ewe balkişandin û hêmayeke gelek xerape û bi wateya karkirine ji bo hilweşandina Herêma Kurdistanê.

Îro Sêşema 12.06.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de guhertinên siyasiyên dawî yên Iraqê û rewşa siyasiya piştî hilbijartinê hate nirxandin û di derbarê pêşhatan û guftûgoyên pêkanîna hikûmet û biryarên Parlemanê yên di derbarê encama hilbijartinê de danustandina bîr û ramanan kirin û Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê jî Serok Barzanî di derbarê nêrîna civaka navdewletî û welatên zilhêz yên di derbarê proseya siyasiya Iraqê û hevkêşeyên piştî hilbijartinê agahdar kir û nêrîna rêxistina Neteweyên Yekgirtî di derbarê nîgeraniyên li ser paşaroja Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê şîrove kir û eve jî xisterû ku rêxistina Neteweyên Yekgirtî amadehiyeke tevahî heye ji bo yarmetîdana proseya siyasiya Iraqê û her wiha çareserkirina wan giriftên ku li navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê da hene û her wiha navçeyên maddeya 140.

Her di vê civînê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser qonaxa pêş referandûmê û rûdanên 16ê cotmeha derbasbûyî tekez li wê yekê kir ku niha hilbijartin hatiye kirin û rewşeke nû hatiye holê û ewê ji bo gelê Kurdistanê girîng û serekiye berçavgirtin û pabendbûne bi sê prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengî li hemû warên hukimranî û danîna mekanîzm û bi cîhkirina naveroka wan sê prensîpan û li jêr ronahiya wan sê prensîpan jî pêwîste hevpeymaniya di navbera aliyan bê kirin û rêkkeftin li ser post û sîmaya hikûmeta paşaroja Iraqê bê kirin.

Di beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî têbîniyên xwe yên li ser karkirina komîsyon û birêvebirina hilbijartin û encamên wê û her wiha biryarên vê dawiyê ya Parlemenê xisterû û balkişand li ser wê yekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê hîç nûnerekî li komîsyon nebûye û ji bo wê yekê PDK nebê partiya yekem li parêzgeha Nînowa bi zulm dengên wargeh û kempan û xuşk û birayên Êzîdiyan şewitandin ku li rastiyê da jî PDK partiya yekem û serketiyê parêzgeha Nînowaye.

Di derbarê proseya hilbijartin û sextekariyê jî ragihand ku em bi hemû cûre rêkarek razîne ku bê encamdan bi dûbarekirina hilbijartinan jî yan bi duvdaçûn ji bo lêpirsînên li her cîhek bê lê belê biryara hilweşandina dengê Pêşmerge bi bê sedem û bi navê merama siyasî zulmekî gelek mezine û bi tu awayekî qebul nakîn. Ji ber ku ewe balkişandin û hêmayeke gelek xerape û bi wateya karkirine ji bo hilweşandina Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî pêşwaziyê jî li rola rêxistina Neteweyên Yekgirtî kir ji bo yarmetîdana aliyên Iraqê û çareserkirina kêşeyan bi taybet li babeta maddeya 140 û navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê û eve jî dûpatkir sepandina emrî waq'î û berdewambûna wê rewşa ku piştî 16ê cotmehê nayê qebul kirin û pêwîste li çarçêweya maddeya 140 a destûr yekalî bibê.

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact