Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 8 MAY 2024 03:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Hilweşandina dengê Hêzên Pêşmerge qet nayê qebûlkirin û amajeyên metirsîdar in
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî got, hewldana ji bo yarîkirina bi encamên hilbijartinan û hilweşandina dengên Hêzên Pêşmerge bi tu awayekî nayê qebulkirin.

Roja dûşem 11.06.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û tekez jî li ser rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li proseya siyasî û qonaxa piştî hilbijartinê kir û eve jî dûpatkir ku daxwaza welatê wan eweye ku Herêma Kurdistanê bihêz bê û rolekî bi bandor li ser proseya siyasiya Iraqê da hebê.

Her di vê civînê de her dû alî di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî û derketina hevkêşeyên nû li Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmetê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê ji bo Herêma Kurdistanê ewlewiyete û pêwîste hemû alî berbiçav bikin pabendbûna bi sê prensîpên hevbeşî, tevafuq û hevsengiye li warên cûr bi cûrên hukimraniyê û li jêr sayeya wan sê prensîpan de pêwîste gelek bi rûnî rêkkeftin li ser babet û kêşeyan û pêkanîna hikûmeta nû de bê kirin.

Di derbarê proseya hilbijartin û encaman de, Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku têbîniyeke zêde li ser edaya komîsyon û birêvebirina proseya hilbijartin û destkariya encaman û saxtekariyê heye. Eve jî xisterû ku partî hîç nûnerekî li komîsyona hilbijartina Iraqê da tûne û bi qesta hejmarekî zêdeyê dengê partî şewitandin bi taybetî dengên wargeh û kempan û dengên xuşk û birayên Êzdiyan û armanca şewitandina wan dengan jî ewe bûye ku rêgirî bê kirin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê li parêzgeha Nînowa de dengê yekem bê ku li rastiyê da jî dengê yekeme.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku ji bo nehiştina gumanan û proseyê bi xwe PDK bi hemû rêkarêk razî bûye êdî çi hejmartina dengan bê yan duvdaçûna ji bo lêpirsinên li her navçeyek û her wiha dûbarekirina hilbijartinan be jî. Lê belê hewldana ji bo yarîkirina encaman û hilweşandina dengên Pêşmerge bi tu awayekî nayê qebulkirin. Eve zulmeke li Pêşmerge tê kirin û Pêşmerge mafê xwe ye û parêzgeriyê li welatê xwe kiriye û heq li ser hemû aliyek heye û ji bo çi divê dengên Pêşmerge bi bê sedem bi navê merama siyasî bê hilweşandin?

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku karkirina ji bo hilweşandina dengên Pêşmerge amajeyekî metirsîdare û karkirine ji bo hilweşandina paşaroj û çarenivîsa Kurdistanê ji bo wê yekê bei hemû awayekî bi beranber wê biryara zalimane radiwestîn.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:50

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Tehranê ragihand:“Pêwendiyên me û Îranê derbasî qonaxeke nû bûn. Dê lihevkirineke me ya nû ligel Îranê hebe.”

 
Serok Barzanî û şanda ENKSê pêşeroja Kurdan li Sûriyê gotûbêj kirin

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:44

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û di wê hevdîtinê de ronahî xistin ser rewş û debara welatiyên Kurd û astengî û pirsgirêkên li pêşiya aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriyê.

 

Balyozê Îspanya: Haya me ji dîrok û êş û xebata gelê Kurdistanê heye

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:38

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî liBalyozê Îspanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan got ku haya wan ji dîrok û êş û xebata gelê Kurdistanê heye.

 

Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Artêşa Pasdaran civiyan

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:05

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Pasdaran dicivin û herdu alî tekezê li ser giringiya zêdetir mukomkirina alîkarî û hevahengiya aliyên peywendîdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dikin.

 

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqê li ser bazirganiya bi Îranê re gotûbêj kirin

TUESDAY, 07 MAY 2024 23:05:17

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 07.05.2024ê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de ligel Asir Dawud El-Xurêzî Wezîrê Bazirganiyê yê Iraqa Federal ku niha bi serdanekê li Tehranê ye, peywendî û asta tevgera bazirganî ya Iraq û Herêma Kurdistanê digel Komara Îslamî ya Îranê nirxandin.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact