Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 17:07 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Iraq bi xwesepandin û binpêkirina mafê pêkhateyan aram nabe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, pirsgirêkên Iraqê ji encamên hilbijartinan mezintir in. Herwiha ragihand jî, bi hişê xwesepandin û binpêkirina mafê tevahiya pêkhateyan, Iraq aram û serkeftî nabe.

Mesrûr Barzanî ligel Balyozê Romanya yê li Iraqê Iacob Prada civiya û di civînê de pêşhatên siyasî, encamên hilbijartinan, hewla çareserkirina pirsgirêkan û mekenîzma Iraqeke aram û avadankirî hatin gotûbêjkirin.

Derbarê encamên hilbijartinan de, Mesrûr Barzanî ragihand, pirsgirêkên Iraqê ji encamên hilbijartinan mezintir in û wek Herêma Kurdistanê ew ligel wê yekê ne ku deng bi destan bêne hejmartin û ji destpêkê ve wan ev helwest ragihandibû, lê pirsgirêka wan li ser hilweşandina dengdana taybet ya Herêma Kurdistanê heye, ku ev binpêkirineke aûkere ye li hember mafê dengdanê.

Mesrûr Barzanî tekez kir, ev hişê xwesepandin û bi binpêkirina mafê tevahiya pêkhateyan, Iraq aram û serkeftî nabe.

Derbarê rol û mercên Herêma Kurdistanê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê ti Veto li ser ti hevpeymanî û kesekî nîn e. Herwiha her kes yan aliyek amade be kar bike ji bo cibicîkirina destûrê wek yek pakêjê dê piştevaniyê lê bikin.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact