Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 13:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK: Biryarên nedestûrî yên Parlamentoya Iraqê destpêkeke metirsîdar in
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand, ku biryar, yasa û pêngavên Parlamentoya Iraqê “nedestûrî û neyasayî” ne. Herwiha destnîşan kir, ku ev yek ji bo olozî û neseqamgîriya Iraqê destpêkeke metirsîdar e.

Polîtbûroya PDKê derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya betalkirina dengên hêzên pêşmerge de daxuyaniyek weşand û ragihand, ku “beşek ji beşdarên pêvajoya siyasî, ku di hilbijartinan de serkeftî nebûne û encam di berjewendiya wan de nebûye” bêyî berçavgirtina destûr û yasayan biryar û helwesteke wiha wergirtine û diyar kir, ku ev yek hemû pêvajoyan ber bi aliyeke xeter ve dibe.

Di daxuyaniya Polîtbûroya PDKê de hate gotin: “Weke PDK, bi tevî ku nûnerê me di Komîsyona Bilind a Hilbijartinan de heye, ji ber hestkirina bi berpirsiyariyê, piştî bidawîbûna pêvajoya hilbijartinan û ragihandina encaman me nîgeraniyên xwe ragihand. Ji bo ji holê rakirina guman û nîgeraniyên hemû aliyan û parastina seqamgîriyê me baş zanî, ku di wan cîh û wêstgehên ku gilî li ser wan heye, li gorî yasayan lêkolîn were kirin. Li gorî pêwîstiyan deng bi dest werin hejmartin û eger pêwîst jî be li seranserê Iraq û Kurdistanê deng bi dest werin hejmartin. Niha jî nêrîna me bi vî awayî ye.”

Polîtbûroya PDKê da xuyakirin, ku Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi piştgiriya hindek aliyan hinek biryarên “neyasayî” derxistine, ku ev yek jî pêvajoya siyasî ya Iraqê dixetimîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên neteweyî û olî ve xwedî mafê destûrî ne ku beşdarî dengdanê bibin û bi awayeke azad nûnerên xwe destnîşan bikin. Lewma nabe ev maf were desteserkirin. Hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariyê ew hêzên qehreman in, ku bi lehengiyeke mezin û canfidayî berevnaiya xelkê Kurdistanê, Iraqê û cîhanê jî kirin û di vê oxirê de gelek qurbanî dan. Dewsa ku werin xelatkirin û qedrê wan were girtin, Parlamentoya Iraqê biryara betalkirina dengên wan derxistiye! Ev biryar û yasa pêngaveke nedestûrî û neyasayî ye û nayê qebûlkirin. Em piştrast in, ku gelê Kurdistanê û aliyên dilsoz ên Iraq û Kurdistanê vê biryar û yasayê qebûl nakin.”

Polîtbûroya PDKê amaje bi nehejmartina dendên taybet ên koçberên Kurdên Êzidî û herwiha dengderên bimerc ên derveyî welat jî kir û da xuyakirin, ku divê hejmartina wan li gorî yasayen be ne ku li gorî berjewendiyên hinek kes an jî aliyan.

PDKê ev biryar wek, “li dijî daxwaz û îradeya gelê Iraqê bi giştî û bi taybetî jî ya gelê Kurdistanê” binav kir û ev yek wek, “destpêkeke metirsîdar û zêdeti alozî û neseqamgirî” pênase kir. Herwiha daxwaz kir, ku ev biryar careke din li ber çavan re were derbaskirin, li gorî destûr û berjewendiyên giştî were hilweşandin.

Polîtbûroya PDKê ragihand: “Berovajî eger ebv pêngav serbikeve, em weke PDK û gelek aliyên din, ku di xema seqamgîrî û çareseriya aloziyan de ne, dê helwestê me hebe. Lewma ji vi rem bang li hemû aliyên peywendîdar ên navxwe yên Iraqê û derve dikin, ku demek ji ya din zûtir ji bo çareserî, aramî û seqamgîriyê hewlên xwe bidin.”

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact