Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 18:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Divê em bêhêvî nebin û berdewam bin û xwe teslîm nekin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya 33emîn salvegera karesata komelgeha Zêwe peyamek belav kir û tê de ragihand, tevî wê karesata mezin ku di wê rojê de bi ser miletê me de hat, lê ew rojeke girîng û pir bi wane bû di dîroka xweragirî û qurbanîdana gelê de me de.

Serok Barzanî rola jineke Kurd wek pend û wane di wê bûyerê de anî û di peymana xwe de got: “Karesata Zêwe waneyek ji me û dostên me re bû, qehremanek wek dayika Emîne ku ceger şewitî bû û perçeyên goştê zarokên xwe kom dikir, serbilindî di wê waneyê de ew e ku heger dijmin me perçe perçe bike jî, lê em ti carî xwe naçemînin û di ferhenga xebata gelê Kurdistanê de xweradestkirin nîn e.”

Di peyama Serok Barzanî de hat, “Di 9ê Hezîrana 1985an de rêjma Beis bi gelek hovîtî komelgeha koçberan a Zêwe bombebaran kir û hejmarek mezin ji jin, zarok û xelkê bêtewan şehîd û birîndar bûn.

Tevî wê karesata mezin ku di wê rojê de bi ser miletê me de hat, lê ew rojeke girîng û pir bi wane bû di dîroka xweragirî û qurbanîdana gelê de me de.

Karesata Zêwe Karesata Zêwe waneyek ji me û dostên me re bû, qehremanek wek dayika Emîne ku ceger şewitî bû û perçeyên goştê zarokên xwe kom dikir, serbilindî di wê waneyê de ew e ku heger dijmin me perçe perçe bike jî, lê em ti carî xwe naçemînin û di ferhenga xebata gelê Kurdistanê de xweradestkirin nîn e. Ew riya azadîxwaza miletekî mezlûm e, azadî bac û berdêlê dixwaze û divê em qurbaniyê bidin û bêhêvî nebin û berdewam bin û xwe teslîm nekin.

Karesata Zêwe wane bû ji dijmin re, ku çendî zalim û dirinde be, lê nikarin vîna gelê me bişkîne û ew serkeftina rasteqîne ya miletê me bi ser dijminê bêwîjdan e.

Di bîranîna wê karesatê de perçeyên goşt û laşên pîroz ên zarokê Zêwe, ti carî ji bîr nakin û çirayê xebat û têkoşîna me ne.

Silav li şehîdên Zêwe û şehîdên riya azadiyê, silav ji xweragirî û qehremantiya dayika Emîne û hemû malbat û dayikên şehîdên Kurdistanê.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact