Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 09:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Rewşa gundên Kurdan li Xaneqîn pir xerab e..DAIŞ êrişî Kurdan dike
| KDP.info


 

Xaneqîn-KDP.info- Berpirsekî PDKê li Xaneqîn dibêje, piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, DAIŞê berdewam êrîş dike ser gundên Kurdan li Xaneqîn û gefan li wan dike, ku gundiyan direvînin û malên wan wêran dikin, lê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li hemberî wan karan bêdeng in, lewma jî xelkê wan gundan ji tirsa DAIŞê ji malê xwe bar dikin û ew guund vala dibin.

Piştî bûyerên 16 Cotmehê û derketina Hêzên Pêşmerge ji sînorên Xaneqîn, êdî li wir valahiyeke emnî çêbûye û DAIŞ li wir dîsa serî hildaye û bi şev êrîş dike ser gundên navçeyê, lê hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ku ew navçe dagîr kirine, nikarin wan gundan biparêzin.

Berpirsê Navçeya PDKê ya Qeretepe li Xaneqîn Kemal Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya 3 rojan li gundê Gilabat ê sînorê nahiyeya Cebare 4 çekdarên DAIŞê li nêzîkî wî gundî ji aliyê xelkê gund ve hatin girtin û bo asayişa Kifrî hatin radestkirin, lê ew hersê terorîst ser bi eşîreke mezin bûn û îro endamên wê eşîrê bi çekan êrîş kirin ser gundê Gilabat û piştî şerekî giran ku 2 saetan dirêj kir, ew eşîr hat şikestin û niha rewşa gund pir xerab e.”

Kemal Îbrahîm wiha got: “Herwiha îro Fermandarê Polîs Mihemed Hemîd ku Kurd e ligel welatiyek bi navê Luqman Mehmûd Hesen ku endamê PDKê ye û ji gundê Gilabatê ber bi nahiyeya Cebare ve diçûn, li ser rê bombeke vedayî bi wan de teqiya û di encamê de ew fermandar şehîd bû û Luqman Mehmûd jî bi giranî birîndar bû.”

Îbrahîm wiha domand: “Herwiha îro çekdarên DAIŞê 30 guleyên hawinê avêtin gundê Aştoka yê ser bi nahiyeya Cebare û di encamê de 5 malên welatiyan hatin rûxandin û 2 otomobîl jî şewitîn. Lewma jî niha xelkê herdû gundên Gilabat û Aştoka ji tirsa wan terorîstan biryar dane ku ji gundê xwe derkevin û jin û zarokên xwe biparêzin.”

Wî berpirsê PDKê ragihand: “Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li hemberî wan êrîşan bêdeng in û heta Hêzên Pêşmerge venegerin wan navçeyan dê ewlehî li wir bicîh nebe.”

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact