Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 15:55 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serkirdeyên Iraqê ligel Serok Barzanî behsa qonaxa nû kirine
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Hejmarek serkirdeyên Iraqî bi rêya telefonê ve derencamên hilbijartinê ligel Serok Barzanî nirxandin.

Rojên Sêşema 15.05.2018 û Çarşema 16.05.2018 her yek ji Seyîd Muqteda Sedir Serokê Tevgera Sedir û Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fetih û Seyid Amar El Hekîm Serokê Tevgera Hîkme û Heyder Ebadî Serok Lîsta Nesir û Fuad Me'sûm Serokomarê Iraqê bi rêya peywendiyên telefonî ve derencamên hilbijartinê ligel Serok Barzanî nirxandin.

Her di van peywendiyên telefonî de serkirdeyên Iraqî pîrozbahiyên serkeftina lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê de li Serok Barzanî kirine û di derbarê qonaxa piştî hilbijartinê ligel Serok Barzanî danustandina bîr û ramanan kirine.




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact