Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 01:17 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Bila komîsyona hilbijartinan nîgeraniya aliyên siyasî liberçav bigre
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo hemû aliyên Kurdistanî bikarin li Bexdayê karê cidî bikin divê bi hevre li Bexdayê amade bin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê (16-05-2018) li Hewlêrê civîneke çapemeniyê saz kir û behsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinan berawirdê parêzgehên Iraqê li Herêma Kurdistanê bilindit bûye û got: “Herêma Kurdistanê hest pê dike ku ev hilbijartin li Iraqê destpêka qonaxeke nû ye û dixwaze li ser bingeha şîrîkatî û li hevkirinê li gel Bexdayê bigehe encamekî ku ji bo hemû gelên Iraqê bibe sedema xêrê. Herêma Kurdistanê bi vê hêviyê diçe Bexdayê. Bêguman di vê mijarê de yekrêziya aliyên Kurdî pir giring e û pêwîste em yekrêziya navxwe biparêzin û bi yekgirtî herin Bexdayê.”

Li ser pirsekî Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku heta niha wan bi fermî ji bo avakirina hikûmeta nû li gel ti aliyekê danûstandin nekirine û bi mesafe nêzîkî hemû aliyên Iraqê dibin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Dema pêş dê şandên Kurdistanê herin Bexdayê û em ê li ser hîmê berjewendiyên gelê Kurdistan û gelên Iraqê danûstandina bikin.”

Derbarê nerazîbûna 6 partiyên Kurdî ya li ser encamên hilbijartinan Serokwezîr Barzanî wiha axivî: “Ez weke serokwezîr daxwaza wan giring dibînim. Divê komîsyon daxwaza her şeş aliyên ku encamên hilbijartinan qebûl nakin, cidî werbigre û biryar bide. Ji bo me ya giring ew e, ku bi yekrêzî vegerin Bexdayê. Alîyên Kurdistanê ji vê proseyê nîgeran in. Lê divê komîsyon vê gavê bavêje. Ez weke serokwezîr daxwaz dikim ji bo derbaskirina van nîgeraniyan komîsyon kar bike. Nemana nîgeraniyan li Kurdistanê ji bo me giring e. Divê nîgeraniya van partiyan cidî were dîtin. Divê ji bo Silêmanî, Kerkûk herwiha Hewlêr û Duhokê jî heman awayî tişta pêwîst were kirin. Eger pêwîst be bi dest eger pêwîst jî be bi riyên din, divê ev nîgeranî nemîne. Nabe xelk wisa hizir bikin ku deng didin lê dengên wan vala diçin. Divê ji bo baweriya gel hemû rê û rêkarî werin pêkanîn”

Serokwewîr Barzanî da xuyakirin, ku ew dixwazin hemû aliyên Kurdistanî bi hevre li Bexdayê amade bin û diyar kir, “Ji ber ku mercê serkeftina me ya li Bexdayê ew e, ku em bi hevre vegerin Bexdayê. Divê em bi hevre li wir amade bin û yekdeng bin.”

Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku PDK bi tevê hemû pirsgirêk û astengiyan jî karî serbikeve û ji bo vê yekê jî spasiya alîgirên partiya xwe kir.

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku eger hikûmeta Iraqê di demekê nêzîk de ava nebe ev yek ti bandor3e li hilbijartinên Herêma Kurdistanê nake û hilbijartin dê di dema xwe de werin kirin.

Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku piştî van hilbijartinan qonaxeke nû destpê li Iraqê dike û karê wan ê herî giring dê ew be ku zêdetir xizmetê ji bo hemwelatiyan desteber bikin û got: “Bala me dê li ser vê yekê be ka gelo em ê çawa bikarin ji bo hemwelatiyên Kurdistanê zêdetir xizmetguzariyan desteber bikin. Em dixwazin kar û proje dest pê bikin û zêdetir berhemanînê bînin Kurdistanê û geştiyariyê pêş bixin.”

Derbarê posta serokomariya Iraqê de Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ew post mafê Kurdan e lê pirsgirêka Kurdan ne post û paye ye.

Nêçîrvan Barzanî got: “Pirsgirêka Kurdan li Bexdayê birastî ne post û paye ye. Pirsgirêk ji wê jî mezintir e û pirsgirêk ew e, ku Kurd 12 sal e li Bexdayê li hêviya cîbicîkirina destûrê ye. 12 sal e şîrîkatiya vî welatî bê wate bûye. 12 sal e em xwe weke beşekî vê proseyê nabînin. 12 sal e li Iraqê destûr nayê cibîcîkirin 3u ji bo çareseriya pirsgirêkan gav nayê avêtin. Ev jî nebe îstîqrar nayê Iraqê.”

Nêçîrvan Barzanî ev pirs kir; “Gelo Iraqa piştî van hilbijartinan dixwaze li ser modela kevn birêve biçe?” û diyar kir, “Mînakekî bidim; derketina DAIŞê di encama siyaseteke pûç û têkçûyî bû ku dihate peyrewkirin. Kurd çima çûne referandûmê, ji ber ku bê hêvî bûn, ku hikûymet bixwaze van daxwaz û mafên wan cîbicî bike. Eger ev model dubare bibe tê wate dubarekirina wê siyaseta pûç e. Dîrok ji me re dibêje, heta daxwazên Kurdan neyên cîbicîkirin li Iraqê îstîqrara siyasî pêk nayê. Ji bo tecrûbe 12 sal bes e û pirsgirêka me ne gelê Iraqê ye. Lê divê ew desthilata were van tiştan li ber çav bigre.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact