Kerkûk-KDP.info- Çekdarên Heşda Şeibî li Kerkûkê senduqên dengdanê dorpêç kirine û xistine bin destê xwe de. Berpirsekî PDKê jî dibêje, em li germiyan gilî kiriye û em li hêviya beryara komîsyonê ne.
Berpirsê Encumena Rêveberiya PDKê li Kerkûk – Germiyan Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên Heşda Şeibî ji herçar aliyan ve ew cihên ku sinduqên dengdanê lê ne, dorpêç kirine. Ji ber ku Heşda Şeibî bi guman e ji encama hilbijartinan. Heriwiha ji ber ku dengê Ereb û Turkmanan kêm bû û ji encama hilbijartinan nerazî ne.”
Diyarî Husên wiha got: “Aliyên siyasî li Kerkûkê dibêjin beriya ku sernduqên dengdanê bên danîn, ew sinduq çûna Silêmaniyê û bername ji wan re hatine danîn. Li dijî sextekariyan jî gilî hatiye tomarkirin û niha hemo li hêviya encama wî gilî ne. Em wek PDKê jî bi guman in ji encamîn hilbijartinan û me jî gilî kiriye.”