Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 20:08 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Divê li Silêmanî alozî û êrişa ser navendên hizban bên rawestandin
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji ber têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê ew pir dilteng in û ji hêzên ewlekariyê jî xwest ku berpirsiyariya xwe bicîh bînin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerên Silêmaniyê de peyamek belav kir û ragihand: “Em li hember têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê pir dilteng in. Ji bo vê yekê jî em daxwaz dikin demildest teqekirina li hember baregahên partiyan bidawî bibe û hêzên ewlekariyê jî berpirsiyariya xwe bicîh bînin, baregah û navendên hemû aliyan biparêzin.”

Nêçîrvan Barzanî ji hemû aliyan jî xwest ku bi xwînsarî tevbigerin û ji ber gumanên xwe yên derbarê encamên hilbijartinan de jî bi riyên asayî giliyên xwe li cem Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar bikin.

Nêçîrvan Barzanî ji hemû aliyan xwest asayîş û aramiya civakî ya bajarê Silêmaniyê li ber çav bigrin.

 
 

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact