Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 22 AUG 2018 10:16 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Li Silêmaniyê rêgirî li pêşmerge û polîs û alîgirên PDKê tê kirin ku dengê xwe bidin
| KDP.info


Silêmanî-KDP.info- Li parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê wan hêzên ewlehiyê yên ku parastina bingehên dengdanê dikin, rêgirî li pêşmerge û polîsên ser bi PDKê tê kirin ku biçin bingehên dengdanê û dengê xwe bidin û gefê li wan dixwin.

Ji Silêmaniyê, pêşmergeyê ser bi PDKê ve Seywan Namiq Eskender ku li pêşiya Mekteba Rûnakî li hêviya dengdanê bû, ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên ser bi YNKê ve, rêgiriyê li pêşmergeyên ser bi PDKê dikin ku biçin nava mektebê û dengê xwe bidin.”

Seywan Namiq wiha got: “Ew hêza YNKê ku bi serperiştiya emîdek û kesekî bi navê Hemesewz e, rêya li pêşiya mekteba Rûnakî girtine û her pêşmergeyekî PDKê ku dema derbasbûna wî tê, wî derdixin û nahêlin biçe mektebê û dengê xwe bide.”

Li gorî Seywan Namiq, wê hêza YNKê li çend pêşmergeyên PDKê dane û herwiha rojnamevaneke Kurdistan TV jî lêdan xwariye. Herwiha alîgirên PDKê jî rastî astengî û rêgiriyan dibin da ku dengê xwe nedin PDKê.




Nûçeyên din

Serok Barzanî Cejna Qurbanê pîroz dike

MONDAY, 20 AUGUST 2018 23:08:00

Hewlêr-KDP.info- Serok Masûd Barzanî bi helkefta hatina Cejna Qurbanê peymeke pîrozbahiyê ji xelkê Kurdistanê re şandiye.

 
Serok Barzanî û Brett McGurk hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin

MONDAY, 20 AUGUST 2018 20:08:38

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ragihand, ewê ji aliyê Kurdistaniyan ve ewlewiyeta xwe heye, berçavgirtin û pabendbûna aliyên Iraqî ye bi prensîpa şeraketa rastî di birêvebirina welat de û herwiha hebûna mîsogerî û mekanîzmeke zelal ji bo bi cîhkirina şeraket û rêkeftinan.

 
Mesrûr Barzanî daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir: Bila hilbijartin biser bikevin

MONDAY, 20 AUGUST 2018 19:08:50

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina Cejna Qurbanê peyamek belav kir û tê de daxwaz ji aliyên siyasî û xelkê Kurdistanê kir ku proseya hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê bi vîneke niştimanî biser bixin.

 
Cîhnişînê Îmaratê nameyekê ji Serok Barzanî re şandiye

SUNDAY, 19 AUGUST 2018 17:08:15

Hewlêr-KDP.info- Cîhnişînê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayd El Nihiyan bi riya Konsolê welatê xwe li Hewlêrê nameyeke taybet arasteyî Serok Barzanî kir.

 
Serok Barzanî û Sunneyên Iraqê pêkanîna hikûmetê gotûbêj kirin

SUNDAY, 19 AUGUST 2018 17:08:16

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke hêzên Sunneyên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pêkanîna Hikûmeta Iraqê hat gotûbêjdikin.



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP