Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 15 OCT 2018 14:35 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Xaniqîn.. Çekdarên Heşda Şeibî li kandîdekî PDKê dan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro danê sibehê û ser rêya Xaniqîn – Seidiye, çekdarên Bedir ên ser bi Heşda Şeibî ve êrîş kirin ser kandîdê PDKê Îrfan Sedulah û ew birîndar kirin.

Îrfan Sedulah kandîdê hejmare 11 yê lîsta 184 a Pdkê ye li parêzgeha Diyala ji malpera Kurdistan TV ragihand: “Ez li ser rêya Seidiye bûm, lê ji aliyê Şêrko Ezîz kandîdê lîsta Fetih a ser bi hêza Bedir ve û ji aliyê çekdarên wî ve hatim rawestandin û ez ji otomobîlê hatim daxistin û êrîş kirin ser me. Bê ku tiştrkî bêjin, tevî ku min ji wan re got ez kandîdê PDKê me.”

Li gorî wî kandîdê Pdkê li Diyala, ew çekdarên ku êrîş kirine ser wî, 20 çekdar bûn.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî û Hekîm avakirina hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

SUNDAY, 14 OCTOBER 2018 22:10:35

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demorkat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Eniya Îslah ya Iraqê bi Serokatiya Emar Hekîm kir û di wê hevdîtinê de avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin.

 
Mîranî: PDK bernameya xwe ji bo hikûmeta nû daye Adil Ebdulmehdî

SUNDAY, 14 OCTOBER 2018 20:10:07

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranê ragihand ku PDK bernameya xwe ji bo avakirina hikûmeta bê ya Iraqê daye wî kesî yê ku niha mijûlî avakirina hikûmetê ye, ku tê de daxwaz hatiye kirin ku hevsengî û şirîkatî û tifaq li Iraqê hebe.

 
Fermandarê berê yê HSDê: Baweriya xelkê bi PYDê nemaye..Destê xwe datînin ser malên xelkê

SUNDAY, 14 OCTOBER 2018 20:10:28

Duhok-KDP.info- Fermandarê berê yê Hêzên Sûriyaya Demokrat (HSD) Husamedîn Ewak dibêje, baweriya xelkê li Rojavayê Kurdistanê bi PYDê nemaye û hêzên wan destê xwe datînin ser mal û milkê xelkê. Herwiha dibêje, tenê Serok Barzanî parêzerê berjewendiyên gelê Kurdistanê ye.

Rûsya: Amerîka kar ji bo avakirina dewleteke Kurdistanî dike

SUNDAY, 14 OCTOBER 2018 20:10:45

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ragihand ku, Amerîka bi alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê hawil dide dewleteke Kurdistanî damezrîne û ew yeke bi lîsteke metirsîdar binav kir.

 
Hevpeymaniya Îslah: Em piştgiriyê li daxwazên Serok Barzanî dikin

SUNDAY, 14 OCTOBER 2018 18:10:12

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind ji Hevpeymaniya Îslah kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku ew piştgiriyê li hersê daxwazên Serok Barzanî ji hikûmeta nû a Iraqê, dikin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP