Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 19 APR 2024 23:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berpirsekî Goran û terora hizrî
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Birêz Qadir Hacî Elî ku berpirs û serkirdeyekî Tevger Goran (Hizba Texîr) e, ji gotina Nêçîrvan Barzanî ya ku gotibû: “Li Silêmaniyê li dijî PDKê terora hizrî heye” nerehet bûye û gotiye: “PDK ji rexnegiritna li gendeliyê re dibêje (terora hizrî)”.

Beriya her tiştî, nabe ew birêz jibîr bike ku partiya wî ya ku parêzgarê Silêmaniyê di destê wê de ye, beşek e ji gendeliyê û ji mehrûmkirina devera Silêmaniyê.

Herwiha bila partiya wî çavê xwe li pêşiya rastiyan negre û bibîne ji ber karê partiya wî di nava 9 salan de çi karesatek li Silêmaniyê çêbûye. Bila bibînin mirovê Kurd li wê deverê çawa tê xapandin.

Bila Goran terora xwe ya hizrî biçûk neke û nexe nava warê rexneya medenî ya rewa de, ji ber ku ew teror mijeke tarî ye ji bo xerakirina riwê rastiyan, û ji bo xwe vedizînê ji berpirsyaretiyê, û ji bo avêtina tawan e li ser milê aliyê beramber, herwiha ji bi wê yekê ye ku vala xwe bikin perî û firîşte.

Terora Hizrî bi rêya hizr û karekî rêkxistî û bi arastekrî tê kirin, ku çavkaniya wê jî hizra faşîzm, Beis, DAIŞbawer û nejadperistî in.

Di vê terora hizrî de ya ku li Silêmaniyê heye, medya û mekîneyên hûnandina derew û propagendeyan û hejmareke nivîskar kar dikin ji bi ku rastiyan bi şaşî bidin xuyakirin û milet bi derewan bixapînin. Kar li ser spîkirina tiştên reş û reşkirina tiştên spî dikin. Di terora hizrî de 2 reng hene, rengê sêyem tune ye.

Di terora hizrî de, ew kesê ku berûvajî wan hizir bike, koyle ye, pîs e û xwe difroş e. Bi hêsanî sivkatiyê bi xelkê dikin. Bi sixêf û xeberan bersiva hevrikên xwe didin û wan wek xayin didin xuyakirin.

Di encamê de jî, ji ber terora hizrî pêwendiya di navbera mirovan de têk diçe û êdî mirov bi awayekî din gotinên azadî û nan û demokrasî û mafê mirovan fêm dikin.

Ji ber terora hizrî, êdî mirov neçar dibe bi tundî û qîr û hêrs biaxive. Mirov neçar dibe şerê azadiya xwe bike. Mirov fêrî gotinên tûj dibe. Dibe kesekî bêhnteng û cahil û nezan û wisa hizir dike ku tenê ew rastiyê dizane.

Terora hizrî, hizreke ku hatiye rêkxistin ji bo dijayetiya mirovan û dijayetiya serbestiyê. Ah bi vî awayî kar ligel xelkê Silêmaniyê tê kirin.

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact