Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 13:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nanê rezîl yan azadî?
| KDP.info


 

Bekir Ehmed Ako

Ez qet matmayî namînin dema ku dibînim beşek ji siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê, bi çavekî biçûk li xelkê Kurdistanê dinerin û dilî xwe bi wan dişewitînin û dibînin ku girift û pirsgirêka milet a sereke di jiyanê de, dagirtina zik û hur e. Ji ber ku em dizanin ew siyasetmedar tenê armanca wan ew e ku bighên kursî û deselat, herwiha xema wan jî ew e ku hur û bêrîkên xwe dagrin. Lê ev nêrîna wan li hemberî xelkê Kurdistanê tenê sivkatî ye bi eql û mejiyê mirovê Kurd.

Eger pêdvî û pêwîstiyên jiyanê li cem mirovan tenê nan û avbana, wê demê emê hemû bi dilê xwe derketana. Lê ew rastiya ku em li pey ketine û hiştiye em ji jiyanê hez bikin, ew e ku tenê bi tijekirina zik ne kela dilê mirov dişke û ne jî kes têr dibe. Mirov tenê bi xwarinekê têr dixwe ku wek nan û avê ye, ku azadî û serbixwe ye. Mirovê Kurd wê demê dê kela dilê wî bişke dema jiyana xwe bi rûmet û keramet bike.

Hey siyasetmedarên ku hûn milet dixapînin, divê hûn zanibin ku mirovê Kurd wek hemû mirovên dunyayê ji nan û avê bêtir azadiya xwe dixwaze û şoreş û raperînên Kurdistanê jî ne ji bo nan û xwarinê bûne. Miletê Kurd îsbat û piştrast kir ku qet bindestiyê qebûl nake.

Şoreşên Kurdan, ji şoreşa Şêx Ubeydullah Nehrî ve bigre ku dixwest hizra neteweyî di dilê Kurdan de biçîne, û heta bi şoreşên Îlon û Gulanê ku serxwebûna Kurdistanê armanca serhildana wan bûye, sebeba wan şoreş û qurbanîdana vî miletê ku bê xwasta xwe hatiye perçekirin û mafî wî hatiye xwarin, azadî û serxwebûn bû ne nanê zelîl û rezîl bû.

Roja 25ê Îlona par miletê Kurd li Başûrê Kurdistanê piştrast kirin ku Kurd ji azadiyê re tî ne û dixwazin xwediyê welatê xwe bin. Mirovê Kurd dema ku biryar li ser çarenivîsa xwe da, nîşanî hemû cîhanê da ku daxwaza wî ya sereke û ya dîrokî serxwebûn e û naxwaze careke din Saykis û Bîko biryarê li çarenivîsa wî bidin.

Kurdistanî û Kerkûkî bi taybetî baş dizanin ku eger referandum hatiba kirin yan na, dê deselatdarên Bexdayê her hewlên xwe dabana ji bo ku axa Kurdistanê dagîr bikin û xwe bighînin sînorê ku berê rêjîma Beis lê bû. Lê rêveberiya siyasî ya Kurdistanê û xelkê Kurdistanê jî ku ji bo azadî û serxwebûnê tî ne, baş ew yek fêm kiribûn ku li Iraqê destûr û rêkeftin û şirkatî nemaye û Iraq vegeriyaye hizra zorîneya siyasî û êdî piştgukirin û serkutkirin destpê kiriye, lewma jî biryar hat stendin ku rêya referandumê hilbijêrin û nan kirin qurbanî ji azadiyê re.

Ma kê nizanîbû beriya ku şerê DAIŞê bi dawî bibe dê hêzên Iraqê berê xwe bidin Kurdistanê, ji ber ku roj bi roj amajeyên wê derdiketin ku çawa şerê xwe difrotin Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge. Siyasetmedarên destpîs ên Bexdayê dixwestin destê xwe deynin ser axa Kurdistanê û her demê ku bixwazin gefê li Hewlêr û Dihokê bikin û dagîr bikin. Ev rastî bû û zû ji herkesî re aşkere bû. Lê bi alîkariya xayinan û wan kesên ku niha dev davêjin referandumê ji bo bidestxistina dengan, beşek ji wê armanca Bexdayê pêk hat. Lê li Pirdê û Sihêla û li ser destê Pêşmerge û PDK û Serok Barzanî bêvil û pozê wan hat şikandin.

Xelkê Kurdistanê baş dizanin ku ew kesên niha dixwazin mirovê Kurd bixapînin û nikarin wê yekê jî bikin, lê dîsa jî hewl didin bi pilanên derve û navxwe îradiya Kurdan li Başûrê Kurdistanê rawestînin. Lê ew îradeya ku biryara serxwebûnê da, her ew îrade ye ku garantiya jiyaneke bi rûmet jî dide.

Siyasetmedarên xweperist, eger soz û wefa li cem we tune be bo xwîna bi hezaran şehîdên Kurdistanê, êdî xelkê Kurdistanê yê ku zilmeke mezin li ser destê dijminan dîtine, bila bi destê we jî neyên xapandin. Bila wijdanê we hebe û dest ji wan berdin ku birîna xwe ya xiyaneta 16 Cotmehê derman bikin. Dest ji şikandina kerameta Kurdî berdin, ji ber ku dîrok rehmê li we nake.

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact