Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 01:43 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Xebata me ji bo serxwebûnê ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragihand: “Xebata me ji bo serxwebûnê ye û vê carê şerê destûr li pêşiya me ye.”

Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma bangeşeya lîsta 184 a PDKê bo hilbijartinên Iraqê li devera Soran bû û gotarek pêşkêş kir. Mesrûr Barzanî ragihand: “Xebata me ji bo serxwebûnê ye.”

Mesrûr Barzanî wiha got jî, ev hilbijartin, hilbijartineke çarenivîsî ye û deng û biryara we dahatî û çarenivîsa we diyar dike. Nûnerên PDKê berevaniyê li hêvî û armancên we û xwîna şehîdan û keda Pêşmerge dikin.

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Cemawer û dengderên PDKê bi dengên xwe rikberiya wan kesan dikin, ku dixwastin gelê Kurdistanê ji mafên wî yên çarenivîsî bêpar bikin.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir, şoreşên Kurdistanê ne ji bo daxwaza pile, post û paye bikin, ne ji Bexda û ne ji ti kesî. Belkû ji bo parastina mafên xwe bikin. Pêşmerge jî her ji bo wê aramcê hate avakirin. Ewên xwîna xwe rijandine ne ji bo mûçe bû, belkû ji bo mafê çarenivîsî bû û nabe keda wan werin jibîrkirin.

Tekez kir jî, tawan e heger îro pirsgirêka Kurdistanê di mûçe, postan de were biçûkirin. Pirsgirêka me pirsgirêkeke mezin e, em daxwaza serxwebûnê û mafê çarenivîsê ji gelê xwe re dikin.

Herwiha got, şanaziyê bi ked û xebata bi hezaran şehîd û dîroka PDKê dikin, ku xwedî dîrokeke mezin a şoreşan in û şanaziyê bi şoreşên Şêx Ebdilselam û Şêx Ehemd Barzanî dikin. Xwedî rêbaza Barzaniyî Nemir in. Xwedî xebat û têkoşîna serkirde Îdrîs Barzanî û xwedî enfal û şehîdan in.

Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî got: Niha jî xwedî serokekî ne ku “Serok Mesûd Barzanî” ye ku li sengerên pêşî bû û federalî kire rastiyek û di şer de jî li bereyên pêşî bû ligel Pêşmerge û efsaneya DAIŞê şikand.

Mesrûr Barzanî wiha domand, di bîra me hemûyan de ye ku li sala 1975an Barzaniyê Nemir xwe û şoreşa xwe kir qurbaniya Kerkûkê û bi ti awayî rê neda kesekî ku bestekê ji xaka Kurdistanê bide dijminan, ji bo armancê jî qehremanên vî welatî jî xwe kirin qurbanî.

Mesrûr Barzanî got jî: “Ev hilbijartin ji bo Bexdayê ne, divê ew kesên bêne hilbijartin, bikaribin rûbirûyî kesên ku dixwazin ti qewareyek bi navê Kurdistanê hebe bikin. Heger PDK û Serok Barzanî nebe ew qeware jî nabe.”

Tekez kir jî, bi hevdu şikandin nikarin li Bexdayê berevaniyê li mafên xwe bikin. daxwaz ji hemû partî û aliyan dikim, hevpeymaniyê pêk bînin û bihêz vegerin Bexdayê.

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact