Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî di vîdyoyekê de, piştgiriya lîsta PDKê dike ji bi hilbijartinên Iraqê û dibêje: “Me dergehên siyasî û dîplomatîk li ser Kurdistanê vekirin. Ne ji xweragiriya me ba, dê niha çarenivîsa Kurdistanê tarî ba. Lewma jî dema hûn dengê xwe bidin PDKê, dê aramî û ewlehî zêdetir ji bo Kurdistanê misoger bibe.”
Ev jî tekesta wê peyama Nêçîrvan Barzanî ye:
“Kurdistaniyên xoştevî.. Hilbijartinê Parlamentoya Iraqê delîveke mezin e ji bo parastina mafên gelê Kurdistanê.. Amedebûna PDKê bihêz li Bexdayê garentiya bidestveanîna mafên me ye.. Armanca PDKê ew e ku bi aştî û têkgehştinê hemî mafên hevwelatîbûnê bo xelkê Kurdistanê bidestve bîne.. Ji azadiyê û biryardanê li ser çarenivîsê bigre, hetaku jiyaneke hêjayî..
Çiqasî PDK li Bexdayê bihêz be, pêgeh û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê parastîtir û misogertir in..
PDK ji bo bidestveanîna mafên Kurdan, Turkmanan, Kildan, Siryan, Aşorî, Ermen, Ereb, Misilman, Xristiyan, Êzdî, Kakeyî, Feylî, Şebek û hemiyan xebatê dike, lewma divê PDK bihêz biçe Bexdayê..
Me dergehên siyasî û dîplomatîk li ser Kurdistanê vekirin.. Ne ji xweragiriya me ba, dê niha çarenivîsa Kurdistanê tarî ba.. Lewma jî dema hûn dengê xwe bidin PDKê, dê aramî û ewlehî zêdetir ji bo Kurdistanê misoger bibe..
Ji bo jiyan û paşerojeke baştir û piştrastir, ji bo Kurdistaneke aramtir, ji bo parastina gel û axa welat, dengê xwe bidin Partiya Demokrat a Kurdistanê.”
Ev jî lînka wê vîdyoyê ye:
https://www.facebook.com/KDP.info/videos/1882100468526861/