Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 19:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Amerîka: Em piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin
| KDP.info


\Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Paul E. Funk û şanda dîplomasî û leşkerî ya Amerîkî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku welatê wan piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike.

Di hevdîtinê de, dawî rewşa navçê û pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Di çarçova civînê de, şanda Amerîkî tekezî li ser wê yekê kir, ku wek qewareyeke destûrî piştevaniyê li Herêma Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike û xwazyar in pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê re berferehtir û bihêztir bin.

Derbarê metirsiyên serîhildana kiryarên terorî, şanda Amerîkî piştevaniya xwe ji bo hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên Iraqî dubare kir û ragihand, xwazyar in ew hevahengî li tevahiya navçeyan bihêztir bibe.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî tekezî li pêwîstiya hevkariya hemû aliyan kir, da ku her çi zûtir zemîne ji bo asayîkirina rewşê were peydakirin û bi çareseriya pirsgirêkên siyasî û îdarî û destûrî re sedemên serîhildana tundûtûjiyê werin tunekirin.




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact