Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 28 MAY 2018 08:32 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Referanduma Başûr, şerm e yan şanazî ye?
| KDP.info


 

Herman Bokanî

Piştî raperîna mezin a sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma Iraqê, referandum tekane pêngava şoreşgêrî û niştimanperwerî ye ku hemû niştimanperwerên Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê şanaziyê pê bikin. Ew referanduma ku niştimanperwer şanaziyê pê dikin û niştimanfiroş jî li pêşiya axayên xwe yên dagîrker de xwêdana şermiyê ji wan tê.

Ew referanduma ku, neyarên Kurdan li ser serê me kirine şûrê Damuklês û ligel dijminên derve yên Kurdan û ligel komek ji kesên nava Kurdistanê ku bi tenê zimanê wan Kurdî ye û bûne dûvkê wan dijminan e, berdewam dev davêjinê, ew referandum di rastiyê de zelaltirîn û rewatirîn mafê miletê Kurd e.

Ew kesên ku bi zimanê Kurdî diaxivin û dijayetiya referandumê dikin, ne ji ber ku nizanin referandum jî wek mafekî sirûştî ye wek mafê diyarkirina çarenivîsa miletan û mafê axaftin û mafê xwendin û nivîsandinê û mafê azadiya axaftinê. Na. Ne ji ber ku nizanin, lê belê ji ber ku armanca wan tenê dijayetiya referandumê ye wî karî dikin.

Ew kes û alî ne ji ber wê yekê diyayetiya referandumê dikin ku referandumê nan û dewê xelkê Kurdistanê birîye, lê belê dijayetiya wê dikin ji ber ku ji dijminên Kurdan re sûnd xwarine ku tenê li gorî dilê wan lêxin. Ma naxwe her kes dizane, eger referandum jî nehatiba kirin, dê piştî şerê DAIŞê hêza serkutker a ser bi Îranê ve ji Bexdayê ve êrîş bike ser axa Kurdistanê. Amajeyên wê yekê jî beriya girtina Hewîce xuya bûn.

Lewma jî eger referandum hatiba kirin yan jî nehatiba kirin, dê ew hêz her hatiba navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê, lê niha ji ber referandumê ji hemû cîhanê re aşkere bû ku ew navçe xwedî nasnameyeke Kurdistanî ne û ev yek bû belgeyeke mezin. Referandum nehatiba kirin û ew hêz hatiba navçeyên Kurdistanî, ev belge nediket destê me de û dê nasnameya gelek cihên din jî reş kirbana. Lê niha nikarin wê yekê bikin.

Ji aliyekî din ve, referanduma Başûrê Kurdistanê pêngaveke din bû ji bo ku zêdetir çavê xelkê Kurdistanê bê vekirin û nêrîna wan li hemberî welatên rojava bê guhertin, ji ber ku heta beriya referandumê me bi çavekî aydyalîstî li wan welatan dinerî. Lê niha em bi nêrîna referandumê berê xwe didin wan, ku zêdetir rastiya wan ji me re zelal bû û niha nêrîna me cuda ye.

Ligel wan hemû tiştan, referandum pêngaveke wêrek bû ji xelkê Başûrê Kurdistanê, ku ez bi curet dikarim bêjim, piştî raperîna mezin a sala 1991ê ev tekane pêngav e ku em hemû Kurd şanaziyê pê dikin.

Li vê navê jî, bila dijminên Kurdna û koyleyên wan ên bi Kurdî diaxivin, her kevrên bêhêviyê li sînga xwe bidin, ji ber ku êdî referandumê belgeyek di dîrokê de koland.

Ew dijberên referandumê dibêjin pêwîst e referandumçî bên dadgehkirin, lê eger referandumçî bên dadgehkirin dê 93% ji xelkê Kurdistanê xwe li pêşiya dadgehê bibînin. Lê ew yek xewn e û wek çawa xewna hilweşandina referandumê ji Bexdayê re neçû serî û jê re bû xweneke nexweş, dê ew kes jî tenê şermê bi serê xwe dakin.




Nûçeyên din

PDK dixwaze hemû aliyên Kurdistanî bi yekgirtî biçin Bexdayê

SUNDAY, 27 MAY 2018 20:05:51

Hewlêr-KDP.info- Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê Dr. Aras Heso dibêje, piştî ku şanda PDKê ji Bexdayê vegeriya biryar e vê hefteyê ligek YNKê bicive, ji bo ku pêkve ligel aliyên Iraqî gotûbêjan bikin derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, herwiha PDK dixwaze hemû aliyên Kurdistanî bi yekgirtî biçin Bexdayê.

 
Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê piştrast kir ku îradeya gelê Kurdistanê qet naşke

SATURDAY, 26 MAY 2018 16:05:59

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî peyamek belav kir û ragihand, Şoreşa Gulanê piştrast kir ku îradeya gelê Kurdistanê ya têkoşan û xebatê qet naşke.

 
Alîkariyên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge sala bê jî dê berdewam bin

SATURDAY, 26 MAY 2018 16:05:10

Hewlêr-KDP.info- Amerîka bo sala bê nêzîkî 300 milyon dolarên din bo Hêzên Pêşmerge diyar kiriye. Berpirsekî Wezareta Pêşmerge jî dibêje, ew alîkarî pir girîng in.

 
ENKS: Bo rêkeftina ligel PYDê garantiya navdewletî pêwîst e

SATURDAY, 26 MAY 2018 15:05:48

Dihok-KDP.info- Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje baweriya wan bi PYDê nayê ku rêkeftinên nû cîbicî bike, ji ber ku çi rêkeftinek îmze kiriye cîbicî nekiriye, lewma jî daxwaza garantiyeke navdewletî dike ji bo ku PYD dîsa xwe ji rêkeftinê nedize.

 
PDK: Bila em pêkve biryarê li ser çarenivîsa gelê Kurd bidin

SATURDAY, 26 MAY 2018 14:05:11

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya 42yemîn salvegera destpêkirina Şoreşa Gulanê ya Başûrê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdisatanê (PDK) dibêje, di vê qonaxa girîng û dîrok ya niha de, pêwîst e hemû aliyên Kurdistanî bi yek deng biryareke çarenivîsaz li ser pêşeroja gelê Kurd bidin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP