Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 20 APR 2024 08:31 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berbijêrên PDKê li Mûsilê: Dengên PDKê li Mûsilê dê zêde bibin
| KDP.info


Mûsil-KDP.info- Berbijêrên PDKê li sînorê parêzgeha Mûsilê dibêjin, heta niha ew nikarin bi azadî biçin Mûsilê û bangeşeya hilbijartinan bikin, ji ber ku metirsî li ser jiyana wan heye bi destê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê, lê dîsa jî dê dengên PDKê li Mûsilê zêde bibin ji ber 2 sedeman, ew jî ya yekem, ji ber ku Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji koçberan re vekir û ya dûyem jî, ji ber ku piştî azadkirina Mûsilê yekem alî ku alîkariya Mûsilê kiriye, Herêma Kurdistanê bû.

Berbijêrê PDKê yê hejmare 1 li parêzgeha Mûsilê Ebdulezîz Gergerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Me dest bi bangeşeya xwe kiriye û niha zêdetir em li nava kampên koçberan bangeşeyê dikin, lê ji ber hebûna Heşda Şeibî me nikariye biçin Mûsilê û li wir bangeşeya xwe bikin, ji ber ku metirsî li ser jiyanana me heye. Ger ne ji wan gefên Heşda Şeibî bana emê çûbana cem xelkê ku dê dengê xwe bidin lîsteya 184 a PDKê. Jibilî Kurdan dê Ereb û pêkhateyên din jî dengê xwe bidin bidin PDKê, ji ber ku ew PDK wek bergirîkar ji xwe re dibînin.”

Wî berbijêrê PDKê wiha got: “Eger xelk baweriya xwe bide PDKê, dê yek ji karên me ew be ku em hewl bidin madeya 140 cîbicî bikin, ji ber ku gelekî girîng e ji miletê Kurd re. Herwiha emê hewl bidin ji bo vegerandina koçberan bo ser mal û bên qerebûkirin û navçeyên wan bê avedankirin, ku Hikûmeta Iraqê heta niha tiştek ji wan re nekiriye.”

Ji aliyê xwe ve, Berbijêrê PDKê yê hejmara 2 Seîd Kerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Gelek alîgirên me li Mûsilê hene û divê em serdana wan bidin. Eger xelkê parêzgeha Mûsilê dengê xwe bidin me, emê bibin bergirîkar ji wan re û emê kar bikin ji bo ewlehiya navçeyên wan.”

Berbijêrê PDKê yê hejmare 39 yê PDKê Şerqî Mihemed jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dengên PDKê dê li Şingal û parêzgeha Mûsilê zêde bibin, ji ber 2 sedeman, ew jî ya yekem, ji ber ku Herêma Kurdistanê deriyê xwe ji koçberan re vekir û ya dûyem jî, ji ber ku piştî azadkirina Mûsilê yekem alî ku alîkariya Mûsilê kiriye, Herêma Kurdistanê bû.”

 




Nûçeyên din

Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê pêşwazî li şandeke Komeleya Dostaniya Kurd û Alman kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:01

Hewlêr-KDP.info- Şandeke Komeleya Dostaniya Kurd-Alman serdana Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û ji aliyê Hoşyar Sîweylî Berpirsê Ofîsê û hejmarek ji xebatkarên ofîsê ve hat pêşwazîkirin.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazna Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê kir

THURSDAY, 18 APRIL 2024 19:04:39

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, herdu alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.

 
Nêçîrvan Barzanî: Parlamentoya Kurdistanê ezmûneke gelekî girîng e li navçeyê, divê em vê ezmûnê biparêzin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:57

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro roja çarşemê 17.04.2024ê li Silêmaniyê beşdarî merasima vekirina 8emîn Dîdara Silêmaniyê bû ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Iraqê ve hatibû amadekirin.

 
Şahê Urdinê pîrozbahî li Mesrûr Barzanî kir

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 18:04:29

Hewlêr-KDP.info- Şahê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê bi rêya nameyekê cejna Remezanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir.

 
Bi amadebûna Serokê Barzanî 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê hat vekirin

WEDNESDAY, 17 APRIL 2024 17:04:22

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serok Barzanî Pêşangeha Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê hat vekirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact