Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 23 APR 2024 16:03 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e Bexda rêzê li daxwazên hemû pêkhateyan bigre
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê dê li ser binemaya bername û berçavgirtina mafên destûrî kar bi hikûmeta dahatî re bike, ne li ser bingeha kesayetiyan re.

Daxuyaniya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di çarçova pêşwazîkirina li Balyoza Australiya ya nû li Iraqê Joanne Loundes de hat û ragihand, pêwîst e rêz li daxwaz û mafên tevahiya pêkhateyên Iraqê bê girtin û dupat li girîngiya cibicîkirina destûrê, hevbeşiya rasteqîne û birêvebirina welat kir.

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji Joanne Loundes re di posta xwe nû de xwast û pêzanîna xwe derbarê hevkariyên Australiyayê ya di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de pêşkêş kiriye nîşan da.

Derbarê proseya siyasî û mîkanîzm û astengiyên hilbijartinên Iraqê de, Mesrûr Barzan tekezî li ser vegera proseya siyasî ya Iraqê li ser riya dirust kir û ragihand, pêwîst e Bexda rêz li daxwaz û mafên tevahiya pêkhateyên Iraqê bê girtin û tekezî li ser cibicîkirina destûrê û hevbeşiya rasteqîne di biryar û birêvebirina welêt kir.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ameje bi wê jî da, ku Herêma Kurdistanê dê li ser binemaya bername û berçavgirtina mafên destûrî kar bi hikûmeta dahatî re bike, ne li ser bingeha kesayetiyan re.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê kirin

MONDAY, 22 APRIL 2024 22:04:00

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Tirkiyê gehişt Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşwazî lê hat kirin.

 
Serok Barzanî: Medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

MONDAY, 22 APRIL 2024 20:04:50

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 126 saliya Roja Rojnamevaniya Kurdî di peyamekê de pîrozbahî li rojnamevanên Kurdistanê kir û got pêwîst e ragihandinkar û rojnamevanên Kurdistanê wê yekê herdem ji bîr nekin ku medya û rojnamevanî amrazên bi bandor in ji bo nasandina doza rewa ya gelê me

 
Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê bi rêz û pêzanîn ve li rola giring a karê rojnamevaniyê dinêre

MONDAY, 22 APRIL 2024 19:04:06

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 22ê Nîsanê Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Rojnamegeriyê bi dirûşma Parastina Rojnamegerên Jin ji cudakariya zayendî, li Hewlêrê hat lidarxistin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact