Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 24 APR 2024 10:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Welatiyên Kurdistanê: PDK şerê mafê me dike û emê dengê xwe bidênê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Welatiyên bajarê Hewlêrê baweriya wan bi lîst û berbijêrên PDKê heye û dibêjin, tenê PDKê rastgo şerê mafê me dike li Bexdayê.

Welatî Muxtar Reza ji malpera KDP.info re ragihand: “Ezê dengê xwe bidim PDKê ji ber ku tenê PDKê parêzer e ji Herêma Kurdistanê re û wek bergirîkarê rast e ji miletê Kurd re. PDK di hemû serdeman de bûye asteng li pêşiya dagîrkeran. PDK bi djwarî di nava Parlamentoya Iraqê de bergirî li mafê Kurdistanê kiriye. Ji aliyê serbazî ve jî piştî xiyaneta 16ê Cotmeha tenî PDKê sînor ji dagîrkeriya Kurdistanê re danî.”

Welatî Şeha Ezîz jî dibêje: “Ezê dengê xwe bidin PDKê. Dengê min her ji bo PDKê bûye û ez şanaziyê pê dikim ji ber ku armanca PDKê ew e ku mafê me bidest bîne. Herwiha ji ber ku tenê PDKê bi rastî şer dike ji bo mafên me.”

Welatî Umer Ebdulah jî dibêje: “Tenê PDK hêja ye ku em dendê xwe bidênê. Ev çendîn sal e ku tenê PDKê bi rastî şer ji bo cîbicîkirina mafên me yên destûrî dide û PDKê şerê mafê Pêşmerge û şerê madeyên destûr dike û hewl dide ji bo vegerandina navçeyên Kurdistanî.”

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact