Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 25 APR 2024 04:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berbijêrekî PDKê: Binpêkirinên Bexdayê berdewam bin emê li wir behsa encamên referandumê bikin
| KDP.info


Silêmanî-KDP.info- Berbijêrekî PDKê ku yasanas e dibêje, emê wek parlamenterên PDKê li Bexdayê ji bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê guvaşê li Hikûmeta Iraqê û Bexda bikin. Herwiha dibêje, eger Hikûmeta Iraqê berdewam be li ser binpêkirinên xwe emê li Parlamentoya Iraqê behsa encamên referandumê bikin û li wir hewl ji bo serxwebûnê bidin.

Parêzer Karzan Selam ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Bexdayê berdewam mafên Kurdistanê binpê kiriye. Eger destûr hatiba cîbicîkirin dê gelek mafên Kurdistanê hatibana bidestxistin. Heta niha zêdetirî 55 madeyên destûra Iraqê hatine binpêkirin, ku piraniya wan taybet in bi Kurdistanê. Divê piştî hilbijartinan Kurd careke din hewl bidin ji bo mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”

Wî berbijêrê PDKê wiha got: “Eger Hikûmeta Iraqê berdewam be li ser binpêkirinên xwe emê li Parlamentoya Iraqê behsa encamên referandumê bikin û li wir hewl ji bo serxwebûnê bidin. Emê ji cîhanê re bêjin Bexda anxwaze şeraketê ligel me bike. Li gerî destûrê Iraqê jî eger şeraket li Iraqê nema neteweyên Iraqê dikarin daxwaza cudabûn û serxwebûnê bikin.”

 




Nûçeyên din

Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 
Erdogan û cîhan Serok Barzanî wek lêveger bo Kurdan dibînin û serdana wî dikin

MONDAY, 22 APRIL 2024 23:04:28

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Berê yê Peywendiyên Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Berpirsê berê yê YNKê li Tehranê Mihemed Refeat behsa giringiya serdana serokomarê Tirkiyê bo Hewlêrê dike û dibêje: “Birêz Mesûd Barzanî xwedî roleke giring e li navçeyê lewma Erdogan tê wî dibîne.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact