Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de cejna Çarşema Sor li Êzdiyên Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi boneya hatina cejna serê sala ola Êzdî Çarşema Sor, ez gerimtirîn pîrozbahî pêşkeşî xuşk û birayên Êzdî yên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim.
Hêvîdar im cejna îsal a xuşk û birayên Êzdî lapereke nû be bo derbasbûna hemû nexweşiyan û bidawîhatina êş û azaran û bikaribin di bin siya aramî û birayetiyê de cejn û boneyên xwe yên olî bikin.
Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên Êzdî pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî.
Mesûd Barzanî
17-4-2018