Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 25 APR 2018 21:03 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî: Bihêzbûna PDKê, bihêzbûna Kurdistanê ye..PDK yekgirtî ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî got, bihêzbûnî PDKê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê.

PDKê bi mîtîngeke berfireh li bajarê Hewlêrê dest bi kampanya xwe ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê kir.

Nêçîrvan Barzanî li bangeşeya partiya xwe gotarek pêşkêş kir û tê de behsa bernameya karê PDKê bi hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û tekez kir ku PDK dê hêza yekem be li Kurdistanê di wê hilbijartinê de û di hilbijartina bê ya Kurdistanê de jê dê her hêza yekem be.

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir ku ev hilbijartin xwedî giringiyeke mezin in, heta PDK bihêztir bibe û destkeftên zêdetir bo Kurdistanê bidest bên û pêgeh û mafên destûrî yên Kurdistanê parastî bin.

Nêçîrvana Barzanî diyar kir ku PDKê bi rêyên aştiyane digihêje armancên xwe û got: “PDK her daxwaza aştiyê dike û qet şer naxwaze. PDK qet dest ji mafên destûrî yên Kurdistanê bernade. Kurdistanê dest ji rêbaza Barzaniyê nemir bernade. Divê PDK bihêz be li Bexda. Bi diyalogê pirsgirêk çareser dibin. PDK yekgirtî û deng e, bila baş bizanin partiya me yekgirtî ye. PDK di bin yek alaya yek Serok de ye ew jê Serok Barzanî ye û em ji bo mafê gelê Kurdistanê xebatê dikin. Bihêzbûnî PDKê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê. Çiqasî PDKê bihêz be, Kurdistan bihêztir e. Pêwîst e em piştrast bikin ku PDK hêza yekem e û dê hêza yekem be li Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn PDK di şert û mercên herî zehmet de bi piştgiriya gelê Kurdistanê li ser pêyan ma û dê her bimîne û got eger di bûyerên dawî de ne ji PDK bûya, kesî nedizanî dê çi bi serê Herêma Kurdistanê bihata û wiha domand: “Eger Serok Barzanî nebûya mafên Kurdan dê di destûra Iraqê de nebûya. Bi saya partî û cenabê serok Barzanî li Iraqê hesabekî mezin ji Kurdan re hate kirin û mafên heyî yên kurdan di destûrê de hate cîbicîkirin.”

Di beşekê din axaftina xwe de Cîgirê Serokê PDKê da zanîn ku ew wek partî li ser cîbcîrkirina tevahiya destûrê dixebite û bi taybetî bicihkirina madeya 140î û got: “Heta Iraq mafê pêkhateyan li ber çavan negire, dê bi ser nekeve. Di vê hilbijartinê de û hilbijartinên din de jî partiya me dê bibe yekem.”

Di meresîma destpêkirina bangeşeya PDKê de Endamê Polîtburoyê Mesrur Barzanî û hejmareke zêde ya serkirdayetiya PDKê û kadro û alîgrên wê jî amade bûn.

 




Nûçeyên din

Fraksyona PDKê ji bo bûyerên 16ê Cotmehê daxwaza komîteya lêkolînê kir

WEDNESDAY, 25 APRIL 2018 17:04:17

Hewlêr-KDP.info- Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê derbarê bûyerên 16ê Cotmeha 2017 ên li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên din de dike.

 
Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka: Divê hevahengiya me berdewam be

TUESDAY, 24 APRIL 2018 20:04:18

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke leşkerî û dîplomatîk ji Amerîka civiyan û herdû aliyan tekez kirin ku pêwîst e hevahengiya di navbera wan de berdewam be.

 
Amerîka: Em piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin

TUESDAY, 24 APRIL 2018 18:04:58

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Paul E. Funk û şanda dîplomasî û leşkerî ya Amerîkî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku welatê wan piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike.

 

 
Referandumçî kî ye?

MONDAY, 23 APRIL 2018 23:04:01

Zikrî Mûsa

Dibêjin ew kesên kar ji referandumê re kirine (referandumçî) ne û divê bên dadgehkirin, lê referandûmçî ew kes in ku natirsin. Ew kes in ku gotinên heq û rast dibêjin. Pilanên dagîrkeran şikandine. Li deştên Zûmar û Rebîhe û Şingal û li Kerkûkê terorîstên DAIŞê şikandine. Referandumçî xwedî dastanên Pirdê û Sihêla ne. Referandumçî rih e, rihê şehîd Husên Mensûr û Mexdîd Herkî û Kake Eta ye, ku canfîda bûn û koylayetî qebûl nedikirin.

Referanduma Başûr, şerm e yan şanazî ye?

MONDAY, 23 APRIL 2018 22:04:00

 

Herman Bokanî

Piştî raperîna mezin a sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma Iraqê, referandum tekane pêngava şoreşgêrî û niştimanperwerî ye ku hemû niştimanperwerên Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê şanaziyê pê bikin. Ew referanduma ku niştimanperwer şanaziyê pê dikin û niştimanfiroş jî li pêşiya axayên xwe yên dagîrker de xwêdana şermiyê ji wan tê.



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP