Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Konsulê Tikriyê li Herêma Kurdistanê kir û di wê hevdîtinê de Konsulê Tirkiyê ragihand ku ew bi aramiya Herêma Kurdistanê kêfxweş in.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Konsulê Tikriyê li Herêma Kurdistanê Hakan Karacay kir û di wê hevdîtinê de behsa rewşa Kurdistanê û xweamadekirina hêzên siyasî ji bo hilbijartinên Iraqê hat kirin.
Fazil Mîranî behsa pêwendiyên dûalî di navbera hikûmet û gelê Tirkiyê û Herêma Kurdistanê kir û ew pêwendî bi serkeftî wesf kir.
Herwiha Mîranî behsa nêrîna PDKê derbarê rewşa Iraqê û pêşhatên dawî kir.
Ji aliyê xwe ve, Konsulê Tirkiyê spasiya Polîtburoya PDKê kir li ser vê hevdîtinê û tekez kir ku Tirkiye kêfxweş e bi aramiya Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwest.