Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 26 MAR 2019 06:09 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Hevahengiya Pêşmerge û Hevpeymanan berdewam dibe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel nivîsgeha hemahengiya ewlekariya Iraqê ya Balyozxaneya Amerîkayê civiya û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de dê berdewam be.

Îro 15-4-2018 Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê nivîsgeha hemahengiya ewlekariya Iraqê ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê General general Bradley Becker û şandeke pê re kir.

Di civînê de Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Mesrûr Barzanî ragihand ku pêwîst e ji bo bidestxistina aştî û aramiyê, hevdû qebûl bikin û giftûgoyên rasetrast li ser tevahiya kêşeyan bikin.

Di berdewamiya civîna han de pêşhatên dawî yên li deverê, berdewamiya hemahengiya herdu aliyan di şerê dijî terorê û pêşdebirina hemahengiyên du alî hatin nirxandin û di vê derbarê de Mesrûr barzanî tekez li ser hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir û got: “Li gor destûrê Iraqê Pêşmerge hêzeke destûrî ye û pêwîst e tevahiya pêdiviyên leşkerî û maf û misteheqatên darayî jê re werin dabînkirin.”

Derbarê cîhbicîhkirina mafan de jî Mesrûr Barzanî diyar kir ku Kurdistan tevahiya erkên xwe yên destûrî cîhbicîh kiriye lewre li hember vê yekê jî pêwîst e tevahiya mafên destûrî yên Kurdistanê jê werin cîhbicîhkirin.

Di beşeke din a vê civîna han de behsa li ser mekanîzma birêvebirina deverên Kurdistanî yên li derveya îdareya Herêma Kurdistanê û cîhbicîhkirina madeya 140 a destûrê Iraqê hate kirin û bal li ser vê yekê hate kêşandin ku bi çareseriya bingehîn a kêşeyên heyî dikarin rê li pêşiya derfeta dubare serhildana tundûtîjî li deverê de were girtin.

Di dawiya civînê de jî general Bradley Becker tekez li ser berdewamiya hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymanan de kir û rola Hêzên Pêşmerge di têkbirina DAIŞê de jî bi roleke girîng û sereke, wesif kir.

Gotûbêjkirin li ser hilbijartinan, mekanîzma jinûve dabînkirina baweriya navbera pêkhateyan mijarên din ên vê civînê bûn.




Nûçeyên din

Berdevkê PDKê: Emê hikûmeteke bihêz ji bo xizmeta Kurdistanê ava bikin

SUNDAY, 24 MARCH 2019 20:03:11

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê û Endamê Polîtbûroya PDKê Mehmûd Mihemed di civînekê de ligel şandeke Amerîka ragihand ku ewê hikûmeteke bihêz ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ava bikin.

 
Balafirên Tirkiyê li devera Bradost dan

SUNDAY, 24 MARCH 2019 18:03:50

Sîdekan-KDP.info- Îro danê sibehê careke din balafirên Tirkiyê li devera Bradost a ser bi bajerokê Sîdekanê dan û muxtarekî navçeyê jî dibêje, di encama bombebarana balafirên Tirkiyê de ziyaneke madî mezin gihştiye navçeyê.

 
PDK û YNK: Me gavên baş ji bo avakirina hikûmetê avêtin

SUNDAY, 24 MARCH 2019 17:03:21

Hewlêr-KDP.info- Îro şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve civiyan û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgo kir.

 
Di ava Mûsilê de 100 kes mirin û 103 jî winda ne..Beşek ji wan Kurd in

SATURDAY, 23 MARCH 2019 17:03:24

Mûsil-KDP.info- Roja 21ê Adarî belemeke geştiyarî di ava çemê Dîcle de binav bû û li gorî amarên dawî, heta niha termê 100 kesî hatiye dîtin û 103 kes jî di nava avê de winda ne û hêj termê wan nehatiye dîtin.

Ji ber PKK balafirên Tirkiyê li gundekî Xristiyanan dan

SATURDAY, 23 MARCH 2019 16:03:14

Zaxo-KDP.info- Careke din balafirên şer ên Tirkiyê li devera Zaxo dan. Rêvebirê Nahyeya Derkarê ya ser bi Zaxo ve jî dibêje, balafiran gelek ziyan gihandin wî gundê ku lê dane.



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP