Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 00:51 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Heserî: Guhertin dê çêbibin û Kurd dê xwedî roleke mezin bin..Kurdistan dibe dewlet
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Pspor Zekeriya Heserî dibêje, êrîşa Amerîka û Brîtanya û Fransa dê bibe rêxweşker bo asoyeke zelal û diyar ji bo bidawîhatina bandorên Saykis Bîko û eger ev yek jî pêk hat dê derî ji avabûna dewletên nû re vebe û heriwha dê Kurd têkevin nava projeyên navdewletî ji pêşerojê re û avabûna dewleta Kurdistan

Derbarê êrîşên hersê welatên Amerîka û Brîtanya û Fransa li ser Sûriyê, Nivîskar û lêkolerê di warê dîroka siyasî de Zekeriya Heserî ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Kurd xwedî bandoreke teybet in li navçeyê. Di van çend salên dawî de bandora Kurdan diyar kir. Kurd jî li her derekê bin, Serok Mesûd Barzanî ne wek serokê herêmê dibînin, lê belê wek rêberê şoreşa rizgariya gelê Kurd û helgirê projeya neteweyî li ser rêbaza wan nemirên ku xwîna xwe kirin qurbanî ji bo rizgarkirina Kurd û Kurdistanê.”

Zekeriya Heserî, ku yek ji kesayetiyên Efrêna Rojavayê Kurdistanê, wiha domand: “Rol û pêgeha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê û PDKê di piştgirî û hevkariya Kurdan û tevgera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê pir diyar e. Çi ji aliyê siyasî yan ji aliyê mirovî be alîkariyeke mezin pêşkeşî Rojava dikin, wek em dibînin niha bi sedan hezar penaberên Rojava li Başûr in û hemû alîkariyek ji wan re tê pêşkêşkirin.”

Heserî ragihand: “Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge xwedî rol û pêgeheke girîng bûn û hêj xwedî wê pêgehê ne. Bi baweriya min di dema bê de jê dê roleke giringtir werbigrin, ew jî ji ber mêrxasiya wan di şer de û ji ber cihê cografî yê Kurdistanê. Herwiha ji ber nakokiyên di navbera Tirkiye û Amerîka de, ku dibe ew nakokî berfirehtir bibin, ji ber nêzîkbûna Tirkiye ji Rûsya û Îranê. Herwiha ji ber zêdebûna deselata welatên navçeyê, wek mînak rola Hizbilah û Heşda Şeibî û bandorên li ser Bexdayê, herwiha berfirehbûna destê Rûsya û Tirkiyê li ser navçeyê. Ji ber van hemû tiştan dê Kurd di her guhertinekê de roleke mezin bibînin”

Ew tekez dike ku pirsgirêka sereke ya Kurdan ew e ku heta niha Kurd ne xwedî qewareyeke siyasî taybet in ji bo ku di bin siya wê de kom bibin. Bê avabûna dewleteke serbixwe û yekgirtî, em nikarin wek pêwîst bergiriyê li xwe bikin û em nikarin hêviyên xwe bicîh bînin û emê her paşketî bimînin.

Heserî wiha got: “Divê em rol û hewlên Barzaniyên nemir di salên 70ê bo yekxistin û yekrêziya tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê jibîr nekin. Herwiha em rola Serok Mesûd Barzanî jî ji destpêka şoreşa Sûriyê û heta niha ji bo yekxistina navmala Kurdî li Rojava bi riya rêkeftinên Hewlêr 1 û 2 û Dihok 1 wek baştirîn belge bibînin. Lê mixabin ew rêkeftin nehatin cîbicîkirin ji ber ku aliyekî rêkeftinê amade nebû wê rêkeftinê cîbicî bike û çû rêkeftin ligel rêjîma Esed girê da li dijî daxwazên Kurdan û di encamê de bû sedema jinavbirina projeya neteweyî ya kurdî û rê vebû ji bi erebkirina Rojavayê kurdistanê re.”

Zekeriya Heserî wiha domand: “Herwiha me rola Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge di rizgarkirina Kobanî de dît û herwiha beriya êrîşa Tikriyê li ser Efrînê jî daxwaz hat kirin ku rêkeftina Dihokê bê cîbicîkirin û daxwaz hat kirin ku Efrîn radestî hêzên leşkerên Kurdistanê bê kirin ji bo ku hêzên Tirkiyê derbasî Efrînê nebin, lê ew yek nehat kirin û hincet dan Tirkiyê ku derbasî Efrînê bibe.”

Heserî derbarê êrîşa Amerîka û Brîtanya û Fransa li ser Sûriyê wiha got: “Ew êrîş tenê nameyeke bihêz bû ji bo rêjîma Sûriyê û bo Rûsya û Îranê, ku naghê asta rûbirûbûna rasterast ligel Rûsyê, lê dê bibe rêxweşker bo asoyeke zelal û diyar ji bo bidawîhatina bandorên Saykis Bîko. Eger ev yek jî pêk hat dê derî ji avabûna dewletên nû re vebe û heriwha dê Kurd têkevin nava projeyên navdewletî ji pêşerojê re û avabûna dewleta Kurdistan.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact