Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 17 JUL 2018 20:14 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Parlamanterê HDPê: Serdana me bo Başûr erênî û girîng bû
| KDP.info


 

Dihok-KDP.info- Parlamenterê HDPê Îmam Taşçer ragihand ku serdana şanda wan bo Başûrê Kurdistanê û civînên wan ligel aliyên siyasî erênî û girîng bûn.

Şanda HDPê çend rojan li Başûrê Kurdistanê me û di serî de ligel Serok Barzanî û ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û piştre jî ligel aliyên siyasî yên Başûr, civiya.

Yek ji endamên wê şandê, Parlamenterê HDPê Îmam Taşçer derbarê serdana xwe bo Başûrê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di serî de em ligel Serok Barzanî civiyan û piştre ligel tevahiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, armanc jî ji vê serdanê ew bû ku em nêrîna xwe ji hemû aliyên siyasî re diyar bikin, ji ber ku hevserokê me nû hatibûn hilbijartin.”

Îmam Taşçer wiha got: “Serdana me girîn û erênî bû, me çend mijarên girîng gotûbêj kirin. Amanca me ya sereke yekîtiya Kurdan e û Barzanî jî tekez li ser vê yekê kir û ji me re got, hemû pirsgirêk pêdviya wan bi çareseriya aştiyane heye û divê bi gotûbêjan çareser bibin.”

Wî parlamenterê HDPê wiha domand: “Hemû aliyên siyasî yeknêrîn in ku pêwîst e Kurd yekrîziya xwe bikin karê xwe yê pêşî û kar ji bo kongreya neteweyî ya Kurd bikin.




Nûçeyên din

Pispor: Rewşa Iraqê dê hêj xerabtir bibe

TUESDAY, 17 JULY 2018 19:07:12

Hewlêr-KDP.info- Li parêzgehên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî Hikûmeta Iraqê ev 10 roj berdewam in. Iraq ketiye rewşeke pir xerab de û pispor û mamosteyên zanîngehan dibêjin, hêj dê rewşa Iraqê xerabtir jî bibe.

 
Îran gundên Başûrê Kurdistanê topbaran kir

TUESDAY, 17 JULY 2018 18:07:39

Hacî Omran-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Hacî Omran Ferzink Ehmed ragihand ku Îranê careke din îro navçeyên sînorî ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve topbar kir û ziyanên canî û madî hene.

 

 
Xewsê Hêzanê û hawara Kurdan

TUESDAY, 17 JULY 2018 15:07:01

Konê Reş

Di biçûkaniyê de, gelek caran min navê Xewsê Hêzanê ji neferên malbatê û xelkên gund dibihîst. Nexasim dema ku li wan teng dibû û çare ji pirsgirêkên xwe re nedidîtin. Hingî berê xwe didan asman û digotin; (Ya Xewsê Hêzanê! Hawar û gaziya me li ber te ye.. Tu bi hawara me ve were..). Bêtir jinan hawar û hêvî ji Xewsê Hêzanê dixwestin.

Cardin dengê xelkên Şingalê nehatin hijmartin

TUESDAY, 17 JULY 2018 14:07:42

Dihok-KDP.info- Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a PDKê li Dihokê Xalid Ehmed ragihand ku, dengê xelkê Şingalê di nava 207 sinduqan de nehat hijmartin û dengê tê de vala çûn.

 
Operasyona Pêşmerge û Hevpeymanan li Mexmûrê berdewam e

TUESDAY, 17 JULY 2018 13:07:37

Mexmûr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê dibêje, Hêzên Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di yekem roja operasyona xwe de li dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçûx, karîn derbeyeke mezin li DAIŞê bidin û ziyaneke mezin bighînin wan terorîstan û îro jî ew operasyon berdewam dike.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP