Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 20:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û şanda HDPê civiyan
| KDP.info


 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke pilebilind ji HDPê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku bijardeya serekî ya gelê Kurdistanê di hemû qonaxekê de aştî bûye û herdem şer li ser da hatiye sepandin.

Îro Şemiya 07.04.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ji Partiya Demokrat a Gelan (HDP) kir ku ji xanima Perwîn Buldan Hevseroka Giştî ya HDP û Osman Baydemîr, Feleknaz Uca, Îmam Taşçier, Xeynep Boxa Parlementerên HDP û Muzeyen Guneş û Abîd Îke Nûnerên wê partiyê li Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

 

Di hevdîtinê de şanda HDPê ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî ji Serok Barzanî re xwest û hevxemiya xwe diyar kir. Ji bilî balkişandina li ser kêşe û gefên li ber gelê Kurdistanê li Tirkiye û Iraqê û guhertin û pêşhatên Rojava û şerê Efrînê wê yekê xistin rû ku hevdîtina wan li gel Serok Barzanî li wê demê daye ku gelek wateyan digihîne.

Herwiha ronahî xiste li ser rûdanên piştî referandûmê û tekez li wê yekê kirin ku kêşeyên li ber gelê Kurdistanê li navçeyê da peywiste bi hevdû û daxwaza hemahengî û şêwirîna li navbera aliyên siyasiyên Kurdan kirin.

Di beşeke din ji vê civînê de şanda mêhvan behsa encama kongreya partiya xwe kirin û bi kurtî ji rewşa siyasiya Tirkiye û rewşa hemwelatiyên Kurd û kar û çalakiyên HDP ji bo Serok Barzanî şîrove kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda HDP kir û spasî helwesta wê partiyê û Kurdên Bakûr kir. Herwiha ronahî xiste ser naveroka bûyerên piştî referandumê û tekez li ser wê yekê kir ku bijardeya serekî ya gelê Kurdistanê li hemû qonaxek da aştî bûye û herdem şer li ser de hatiye sepandin.

Serok Barzanî daxwaz jî kir ku pêwîste em hemû li ser çareseriyeke rastiyane û aştiyane bigihîne encam û herwiha jî zimanê zordarî û çek û xwesepandinê dê bêencama be.

Her di vê civînê de herdû aliyan li ser wê yekê yeknêrîn bûn ku li ser pêşhatên nû û çareseriyên wan pêşhatan di pêwendî û şêwirîna berdewam de dibin.

Hêjayî gotinê ye di vê civînê de Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed Endamê Polîtbûroya PDKê û Elî Husên Endamê Serkirdayetî û Umêd Xoşnaw Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlemena Kurdistanê amade bûn.


 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact