Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 25 APR 2018 21:06 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Barzanî ya derbarê koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî de Barzanî ya derbarê koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî de
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî derbarê koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî de peyamek belav kir û tê de ragihand: “Bi daxeke mezin ve îro 02.04.2018ê serê sibê Dilovan Îdrîs Barzanî yê kurê rihmetî Îdrîs Barzanî ji ber krîza dil koça dawî kir û çû ber dilovaniya perwerdîkariya mezin.”

Peyam waha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi daxeke mezin ve îro 02.04.2018ê serê sibê Dilovan Îdrîs Barzanî, kurê rihmetî Îdrîs Barzanî ji ber krîza dil koça dawî kir û çû ber dilovaniya perwerdîkarê mezin. Demekî ku ew nûçeya xemgîn radighînim, ji xwedayê mezin daxwaz dikim ku xwedê lê xweş be û bi rihmet û mîhrebaniya xwe ve şad bike û sebir û aramiyê ji me û her aliyekê re bibexşe.

Înna lillah û înna îleyhî raciun

Mesûd Barzanî

02.04.2018”

 




Nûçeyên din

Fraksyona PDKê ji bo bûyerên 16ê Cotmehê daxwaza komîteya lêkolînê kir

WEDNESDAY, 25 APRIL 2018 17:04:17

Hewlêr-KDP.info- Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê derbarê bûyerên 16ê Cotmeha 2017 ên li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên din de dike.

 
Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka: Divê hevahengiya me berdewam be

TUESDAY, 24 APRIL 2018 20:04:18

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke leşkerî û dîplomatîk ji Amerîka civiyan û herdû aliyan tekez kirin ku pêwîst e hevahengiya di navbera wan de berdewam be.

 
Amerîka: Em piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin

TUESDAY, 24 APRIL 2018 18:04:58

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Paul E. Funk û şanda dîplomasî û leşkerî ya Amerîkî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku welatê wan piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike.

 

 
Referandumçî kî ye?

MONDAY, 23 APRIL 2018 23:04:01

Zikrî Mûsa

Dibêjin ew kesên kar ji referandumê re kirine (referandumçî) ne û divê bên dadgehkirin, lê referandûmçî ew kes in ku natirsin. Ew kes in ku gotinên heq û rast dibêjin. Pilanên dagîrkeran şikandine. Li deştên Zûmar û Rebîhe û Şingal û li Kerkûkê terorîstên DAIŞê şikandine. Referandumçî xwedî dastanên Pirdê û Sihêla ne. Referandumçî rih e, rihê şehîd Husên Mensûr û Mexdîd Herkî û Kake Eta ye, ku canfîda bûn û koylayetî qebûl nedikirin.

Referanduma Başûr, şerm e yan şanazî ye?

MONDAY, 23 APRIL 2018 22:04:00

 

Herman Bokanî

Piştî raperîna mezin a sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma Iraqê, referandum tekane pêngava şoreşgêrî û niştimanperwerî ye ku hemû niştimanperwerên Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê şanaziyê pê bikin. Ew referanduma ku niştimanperwer şanaziyê pê dikin û niştimanfiroş jî li pêşiya axayên xwe yên dagîrker de xwêdana şermiyê ji wan tê.



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP