Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 16 JUL 2018 15:39 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Nêçîrvan Barzanî û Amerîka: Divê hevkarî û hevahengiya me berdewam be
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de, şandeke Amerîka û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kirin li ser hevkarî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de.

Çarşema 28-3-2018 Nêçîrvan Barzanî pêşwazî kir li şandeke Amerîkî ku pêk hatibû ji Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê General Wolter Payêt û Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Kên Gros.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan kêfxweşiya xwe bi hevkarî û hevahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de nîşan da û ragihand ku pêwîst e xelkê Kurdistanê û civaka navdewletî şanaziyê bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê bikin, ku ew serkeftin ji bo tevahiya mirovatiyê bûn. Herwiha şanda Amerîka tekez kir ku ew amade ne ji bo bihêzkirina wê hevahengî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê spasiya Hevpeymaniya Navdewletî kir, bi taybetî jî Amerîka, li ser alîkariyên wan ji bo Hêzên Pêşmerge di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, herwiha tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye ji bo hevkarî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Amerîka de, nexasim jî li wan navçeyên ku metirsî heye dîsa teror li wan derkeve.

 
 



Nûçeyên din

Çiyayê Qereçûx- Pêşmerge li ser erdê pêş dikevin û DAIŞ dorpêç kirine

MONDAY, 16 JULY 2018 14:07:34

Mexmûr-KDP.info- Îro danê sibehê Hêzên Pêşmerge li ser erdê û balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li asman li Çiyayê Qereçûx ê nêzîk Mexmûrê dest bi operasyonekê kirin li dijî DAIŞê. Pêşmerge pêşde çûne û ew terorîst dorpêç kirine.

 
Pêşmerge û Hevpeymanan li nêzîkî Mexmûrê bi tundî li DAIŞê dan

MONDAY, 16 JULY 2018 12:07:25

Mexmûr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Qereçox ragihand ku operasyoneke hevbeş ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçox birêve diçe û bi tundî li wan terorîstan dane.

 
Pispor: Xwepêşandanên Iraqê metirsîdar in..Dê aboriya Iraqê wêran bibe

SUNDAY, 15 JULY 2018 14:07:58

Hewlêr-KDP.info- Ev çend roj in ku xwepêşandanên berfireh li parêzgehên Besre û Necef û Kerbela û Bexda jî birêve diçin. Welatî daxwaza xizmetguzariyan dikin. Pispor dibêjin ev xwepêşandên mezin û êrîşa ser xwepêşanderan amajeyên metirsîdar in li ser Iraqê.

 
Xwêpaşandên Iraqê berfireh bûn û kuştî û birîndar hene

SUNDAY, 15 JULY 2018 13:07:45

Ajans-KDP.info- Di xwepêşandanên li bajarê Besrayê de bi guleyên hêzên ewlekariyê 2 kesan canê xwe ji dest da û herwiha çend kes jî birîndar bûn.

 
Bexda Kurdên Kerkûkê ditirse û hest bi metirsiyeke mezin dike

SUNDAY, 15 JULY 2018 13:07:59

Kerkûk-KDP.info- Hatibû ragihandin ku Hikûmeta Iraqê beşek ji hêzên xwe yên li Kerkûkê kişandiye û biriye parêzgehên Iraqê ji bo rawestandina xwepêşandanan, lê berpirsekî PDKê wê yelê red dike û dibêje Bexda çavdêrtiya Kurdên Kerkûkê dike ku ew jî xwepêşandanan bikin.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP