Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 25 APR 2018 21:25 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Hikûmeta Kurdistanê derbarê bombebarana Tirkiyê daxwazek ji PKKê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bombebarana firokeyên Tirkiyê bo ser deverên Başûrê Kurdistanê de ragihad ku ji ber nêzîkiya baregehên PKKê, her tim metirsî li ser gundên wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî.

Berevdekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê êrişên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Sefîn Dizeyî wiha got: “Di demekê de ku hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bona pîrozkirina Cejna Newrozê û pêşwazîkirina sala nû ya Kurdî ber bi deşt, aqar û çiyayên Kurdistanê çû bûn, mixabin, spêdehiya roja pêncşemê ji encama bombebarana balefirên şerî yê Tirkiyeyê bo ser baregehên PKKê li devera Balakayetî 4 welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûn.”

Dizeyî tevî hevderdî û hevxemiy sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em dilgiraniya xwe li hember biarmancgirtina gund û avadaniyên Herêma Kurdistanê nîşan didin ku, mixabin, jiber nêzîkiya baregehên PKKê ji wan gund û avadaniyên wê deverê, hertim metirsî li ser wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî.”

Herwiha Berevdekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew daxwazê ji PKKê dikin derdora gund û avadaniyan çol bike daku hevwelatî zêdetir nebin qurbanî.

Firokeyên şer ên Tirkiyê devera Balekayetî ya li sînorê qezaya Çomanê îro bombebaran kirin û di encamê de 4 welatiyên Kurd şehîd bûn.


 




Nûçeyên din

Fraksyona PDKê ji bo bûyerên 16ê Cotmehê daxwaza komîteya lêkolînê kir

WEDNESDAY, 25 APRIL 2018 17:04:17

Hewlêr-KDP.info- Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê daxwaza pêkanîna komîteyeke lêkolînê derbarê bûyerên 16ê Cotmeha 2017 ên li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên din de dike.

 
Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka: Divê hevahengiya me berdewam be

TUESDAY, 24 APRIL 2018 20:04:18

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeke leşkerî û dîplomatîk ji Amerîka civiyan û herdû aliyan tekez kirin ku pêwîst e hevahengiya di navbera wan de berdewam be.

 
Amerîka: Em piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin

TUESDAY, 24 APRIL 2018 18:04:58

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî pêşwazî li general Paul E. Funk û şanda dîplomasî û leşkerî ya Amerîkî kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan tekez kir ku welatê wan piştevaniyê li Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dike.

 

 
Referandumçî kî ye?

MONDAY, 23 APRIL 2018 23:04:01

Zikrî Mûsa

Dibêjin ew kesên kar ji referandumê re kirine (referandumçî) ne û divê bên dadgehkirin, lê referandûmçî ew kes in ku natirsin. Ew kes in ku gotinên heq û rast dibêjin. Pilanên dagîrkeran şikandine. Li deştên Zûmar û Rebîhe û Şingal û li Kerkûkê terorîstên DAIŞê şikandine. Referandumçî xwedî dastanên Pirdê û Sihêla ne. Referandumçî rih e, rihê şehîd Husên Mensûr û Mexdîd Herkî û Kake Eta ye, ku canfîda bûn û koylayetî qebûl nedikirin.

Referanduma Başûr, şerm e yan şanazî ye?

MONDAY, 23 APRIL 2018 22:04:00

 

Herman Bokanî

Piştî raperîna mezin a sala 1991ê li Başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma Iraqê, referandum tekane pêngava şoreşgêrî û niştimanperwerî ye ku hemû niştimanperwerên Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê şanaziyê pê bikin. Ew referanduma ku niştimanperwer şanaziyê pê dikin û niştimanfiroş jî li pêşiya axayên xwe yên dagîrker de xwêdana şermiyê ji wan tê.



 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP