Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 22 MAR 2019 22:10 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mesrûr Barzanî: Piştrast im ev qonax dê derbas be û paşerojeke baş li pêşiya me ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Newrozê ya netewî peyamek belav kir û got: “Piştrast im ev qonax dê derbas be û paşerojeke baş li pêşiya me ye.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Gelê Kurdistanê niha di nava pêvajoyeke dijwar de derbas dibe, bi berxwedan û xwîna vê gelê serbilind li hember tevahiya wan dijwariyan rawestiyane, jiber vê yekê xelkê yê me berxwedêr hêjayê rêz û spas e.”

Deqa peyama Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

“Sersala nû ya Kurdî û cejna netewî ya Nerowzê li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, karmendên dezgehên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê pîroz dikim.

Ew cejna netewî bo me gelê Kurd xwedan wate û taybetmendiye, ji aliyek destpêka sala nû ye ji aliyeke din ve jî sembola şerê dijî sitem û bidest xistina azadî û serfiraziye, gelê Kurdistanê niha di nava pêvajoyeke dijwar de derbas dibe, bi berxwedan û wîna vê gelê serbilind li hember tevahiya wan dijwariyan rawestiyane, jiber vê yekê xelkê berxwedê yê me hêjayê rêz û spas e.

Dilniyan ku derfeta derbasbûyn ji wan dijwariyan û dabîn kirina pêşerojeke baştir li pêşiya me ye ku ew jî bi yekrêziya nav mala Kurdistaniyan dibe, di vê çarçoveyê de jî hêvî dikim ku cejna Newrozê bibe ew derfet bo yekrêziya navbera dilsozan û têkoşeran ji bo ser xistina doza rewa ya gelê me û bidest xistina mafên gelê me.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî li ser bûyera li Mûsilê peyama sersaxiyê belav kir

FRIDAY, 22 MARCH 2019 12:03:21
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê, sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyera li Mûsilê re xwest, ku li Mûsilê keştiyek li ser çemê Dîcleyê qûlipî û zêdetirî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan.
 
Serok Barzanî: Newroza we pîroz û bi xêr û xweşî be

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 17:03:02

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de ragihan ku niha qonaxekî din di jiyana gelê Kurdistanê de heye û pêwîstiyên vê qonaxê wiha dixwazin ku ber bi binyatnana Kurdistaneke bihêz û geş ve gav bavêjin. Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Newroz ji bo gelê Kurdistanê herdem mizgîniya destpêkekî nû û hêviyeke nû û serkeftin li ser sîtemkaran û dijwariyan de bûye."

 
Serok Barzanî: Pêwîst e madeya 140 bi jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîbicîkirin

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:59

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi mebesta gotûbêjkirina li ser kêşe û arîşeyên devera Zumarê ligel hijmareke zêde ji rîspî û nûnerên pêkhateyên civakî û şêniyên devera Zumarê civiya û got, pêwîst e madeya 140 bi lihevgehêştin û jihevfêmkirin û awayekî aştiyane were cîhbicîhkirin û her hewlek bo sepandina tiştek ku beruvajiya rastiya cografî, dîrok û rewşa civakî ya deverê be dibe sedema kûrtir kirina aloziyan û nayê qebûlkirin.

 
Mesrûr Barzanî û wezîrê Brîtanya behsa rewşa deverê kirin

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:43

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Brîtanya yê bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Alistair Burt telefûna Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di wê telefonê de herdû aliyan behsa rewşa deverê kirin.

 
Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîka kir

WEDNESDAY, 20 MARCH 2019 10:03:15

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro Sêşema 19.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaz li şandeke pilebilind ji Kongirêsa Amerîkayê bi serokatiya kongrêsman Jon Garmandi kir.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP