Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 12 DEC 2018 06:37 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mela: Gelek sivîl li Efrînê bûne qurbanî..Divê alîkarî bighên xelkê Efrînê
| KDP.info


Efrîn-KDP.info- Serokê ENKSê Siûd Mela dibêje, îro hêzên Tirkiyê derbasî nava Efrînê bûn û metirsiyeke mezin li ser Efrînê heye, ku gelek sivîl bûne qurbanî û nabe rewşa Efrînê wisa berdewam be.

Ev 57 roj in ku artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê êrîşî herêma Efrînê dikin û bi balafir û topxaneyan li wê herêmê didin, lê hêj civaka navdewletî li hemberî wê êrîşê bêdeng e.

Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Efrînê pir xerab e û îro hêzên Tirkiyê û Artêşa Azad derbasî bajarê Efrînê bûn û li gorî zanyariyan hêzên YPGê vekişyane, lewma jî xelk derdikevin ji bajar û rewş gelekî gelekî xerab e. Divê êdî civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî bêdeng nemînin û biryara ragirtina şer bidin, ji ber ku jiyana xelkê di metirsiyê de ye.”

Serokê ENKSê wiha got: “Pêdviya rewşa Efrînê bi wê yekê heye ku di serî de biryareke navdewletî derkeve ji bo rawestandina şer û piştre jî alîkariyên mirovî bilez bighên xelkê Efrînê, ji ber ku rewşa wan pir xerab e.”

Siûd Mela wiha got: “Em wek ENKSê berdewam hewlên xwe didin ji bo rawestandina şerê Efrînê, ku zêdetir hewlên me siyasî ne, ji ber ku çekên me tune ne. Şer ziyaneke mezin gihandiye Efrînê û gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.”

 




Nûçeyên din

Wezîrê Amerîka: Emê berdewam bin li ser piştgiriya aramiya Kurdistan û Iraqê

TUESDAY, 11 DECEMBER 2018 21:12:24

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîka civiyan û di wê hevdîtinê de wezîrê mêvan got ku welatê wî dê berdewam be li ser piştgiriya aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê.

 
Mesrûr Barzanî bo wezîrê Amerîka: Em kar ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşketî dikin

TUESDAY, 11 DECEMBER 2018 21:12:56

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Richard Perry civiya û di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî got: “Em kar dikin ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşketî.

 
Wezîrê Amerîka: Em û Kurdistanê karê hevbeş dikin..Derfetên baş hene

TUESDAY, 11 DECEMBER 2018 19:12:43

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê James Rick Perry piştî civîna ligel Serok Mesûd Barzanî got: “Amerîka û Herêma Kurdistanê karê hevbeş dikin. Lewma em di wê baweriyê de ne ku li vir ji bo avakirina paşerojeke geş derfetên baş hene.”

 
PDK û YNK 4 xalên girîng gotûbêj kirin

TUESDAY, 11 DECEMBER 2018 19:12:06

Hewlêr-KDP.info- Îro herdû polîtburoyên PDK û YNKê civiyan û di wê hevdîtinê de 4 xalên girîng gotûbêj kirin.

 
Serok Barzanî: Di serweriya Pêşmerge de cihê destê jinên Kurdistanê xuya ye

TUESDAY, 11 DECEMBER 2018 13:12:52

Hewlêr-KDP.info- Bi boneya 66.mîn salvegera damezrandina Yekitiya Afretên Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyamek pîrozbahiyê belav kir û tê de got, di serweriya Hêzên Pêşmerge de cihê destê jinên Kurdistanê xuya ye.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP