Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 18 SEP 2018 21:18 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Çavdêrekî siyasî: Bila êdî Kurd behsa mûçe ligel Ebadî nekin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî Xalid Ehmed Doskî dibêje, bila êdî Kurd behsa mûçe ligel Ebadî nekin ji ber ku Hikûmeta Iraqê ji ber sedemên siyasî wan arîşeyan derdixe.

Hin zanyarî hene ku Dr. Berhem Salih pêwendî ligel Serokwezîrê Iraqê kiriye ji bo mûçeyên fermanberên Kurdistanê, lê qet behsa dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî nekiriye.

Çavdêrên siyasî ji Berhem Salih dipirsin, çima ti carekê ji Ebadî pirsa wan hemû binpêkirinên Bexdayê li dijî Kurdistanê nake?.

Xalid Ehmed Doskî derbarê vê pirsê ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Pêwendiyên Berhem Salih ligel Bexdayê ji bo mûçeyên fermanberan, tenê ji bo xapandina xelkê Kurdistanê ye, ji ber ku ew arîşe siyasî ne û ji siyaseta qebûlnekirina Kurdan e, ku rê nadin Kurd bighên mafên xwe yên rewa, lewma jî em dibînin ku ew hewl ji Berhem Salih ji bo berjewendiyên siyasî û ji bo prpagenda hilbijartinan e. Salh baş dizane bi nebûna yekîtiyê di nava Kurdan de çi ziyan gihîştiye Kurdistanê, lê hêj ew bûye sedema avanebûna lîsteke yekgirtî di nava Kurdan de.”

Li gorî çavdêran, divê êdî mûçe nebe mijara axaftinan ligel Ebadî. Eger Berhem Salih ji bo bi destanîna kursiyê serokmarê Iraqê wan pêwendiyan dike, bila baş zanibe ku Kurd xwedî ezmûneke tehl in ligel serokmarê Iraqê û êdî Kurd dengê xwe nadin kursiyekî vala.

Doskî ragihand: “Berhem Salih rojane pêwendiyê ligel Ebadî dike û Ebadî jî pê dişêwir e ku çawa Herêma Kurdistanê radestî Bexdayê bikin û rola hêzên niştimanî yên Kurdistanê nemîne. Haya xelkê Kurdistanê baş ji wan helwêst û pêngavan heye, ku dê serê xwediyê xwe bixwin. 3 salan Pêşmerge şerê DAIŞê kirin, lê me Berhem Salih nedît. Qet behsa dagîrkirina Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê nake.”

Wî çavdêrê siyasî wiha doamnd: “Berhem Salih nikarî di nava YNKê de roleke baş bibîne û xelkê YNKê bihêvî bike, lê niha dixwaze li Bexdayê rolekê bibîne, lê bêguman bê piştgiriya hemû aliyan dê nikaribe tiştekî bidest bixe.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Em hewla pêkanîna hevpeymaniyekê didin ku destûr cîbicî bike

TUESDAY, 18 SEPTEMBER 2018 19:09:07

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê hewla pêkanîna hevpeymaniyekê dide, ku daxwazên Kurdistanê û made û birgeyên destûrê cibicî bike.

 
Fazil Mîranî: PDK tê wateya partiya dewletê..Me Kurdistan parast

TUESDAY, 18 SEPTEMBER 2018 19:09:01

Şeqlawe-KDP.info- Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, Fazil Mîranî ragihand PDK tê wateya partiya dewletê û PDK Kurdistan parast û eger ne ji PDKê ba dê niha Kurdistan di bin destê Hikûmeta Iraqê de ba.

 
Fazil Mîranî: Kursiyê serokomariya Iraqê vê carê pişka PDKê ye

TUESDAY, 18 SEPTEMBER 2018 18:09:28

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, kursiyê serokomariya Iraqê vê carê pişka PDKê ye û eger PDK ligel YNKê li ser kursiyê serokmariyê rêkeftinê nekin dê berbijêrê PDKê jî ji bo wî kursî hebe.

 
Mesrûr Barzanî: Em qet dev ji serxwebûnê bernadin..Em negihîştine qonaxa dawî

MONDAY, 17 SEPTEMBER 2018 21:09:38

Hewlêr-KDP.info- Di ahenga bangeşeya lîsta 183 ya PDKê de li bajarokê Akrê, Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Em rojekê ji rojan dev ji mafê xwe yê serxwebûnê bernadin.”

 
Nêçîrvan Barzanî bo Almanya: Alîkariya Kurdistanê bikin metirsiya DAIŞê hêj maye

MONDAY, 17 SEPTEMBER 2018 18:09:19

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe de ligel Wezîra Bergiriyê ya Almanya Ursula Von Der Leyen de, hêvî xwest ku Parlamentoya Almanya biryar bide ku alîkariyên Almanya yên leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bin, ji ber ku hêj metirsiya DAIŞê maye.

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP